3 keşîşên Misirî li dêrê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Johannesburgê yê Afrîkaya Başûr 3 keşîşên Misirî li dêrê bi kêran hatin kuştin.

Dêra Ortodoks a Qiptiyan a Komara Afrîkaya Başûr bi rêya hesabê xwe yê Facebook xebera kuştina keşîşan ragihand.

Hat ragihandin ku li ser bûyerê lêpirsin hatiye destpêkirin.

Polîsê Afrîkaya Başûr da zanîn ku hîn nasnameya êrişkaran ne diyar e.

Herwiha hat destnîşankirin ku keşîşek jî ji heman êrişê bi birîndarî filitiye.