Ji SPD Almanyayê bo HDPê peyama hevkariyê

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Sosyal (SPD) a Almanyayê, bo hevkariya HDPê peyamek belav kir û daxwaza rawestandina doza girtina HDPê kir.

SPDa Almanyayê ku hevbeşê mezin ê desthilatê û partiya Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz e, bo Partiya Demokratîk a Gelan peyama hevkariyê belav kir.

SPDê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “Em daxwaza betalkirina doza girtinê ya bi hincetên siyasî hatiye vekirin, dikin ku armanca wê qedexekirina partiya me ya bira ya HDP ye. Em ji kevneşopiya xwe dizanin, ku hûn dikarin saziyên me qedexe bikin, lê hûn nikarin nêrînên me yên wekhevî, dadmendî û azadiyên bêdeng bikin.”

Di peyamê de hat gotin, dê Serokê SPDê Lars Klingbeil û cîgira serok Serpil Midyatli hefteya bê serdana Tirkiyê bikin û li wê derê ligel Hevserokê HDPê Mithat Sancar bicivin.

Dadgeha Destûrê hefteya borî blokeya li ser alîkariya xezîneyê ya HDPê rakir û ragihand ku dê rûniştina doza girtina HDPê 11ê Nîsana 2023an bê kirin. Hevserokê HDPê Mithat Sancar jî got: “Ji bo rûniştina doza girtina HDPê piştî hilbijartinên 14ê Gulanê bê kirin, dê serî li Dadgeha Destûrê bidin.”

Di îdianameya doza girtina HDPê de di nav de Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş bo 451 kesan qedexeya siyasî tê xwestin.