Ji zêdeyî 50 serokên çepgir ên cîhanê banga HDPê

13-03-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Enternasyonala Pêşverû Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di serî de ji Fransa, Brîtanya û Almanyayê zêdeyî 50 siyasetmedarên çepgir û enternasyonalîst bang li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kirin ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) neyê girtin.

Enternasyonala Pêşverû ya Navdewletî, piştgiriya HDPê kir ku li Tirkiyê bo girtinê wê doz hatiye vekirin. Enternasyonala Pêşverû bo piştgiriya HDPê kampanya îmzeyan da destpêkirin.

Di serî de Serokê Tevgera Fransa ya Xwe Natewîne Jean-Luc Melenchon, Serokê berê yê Partiya Karkerên Brîtanyayê Jeremy Corbyn û Hevseroka Partiya Çep a Alman Janine Wissler jî di nav de zêdeyî 50 siyasetmedarên çepgir ên navdar kampanya Enternasyonala Pêşverû îmze kirin.

Di daxuyaniya kampanyayê de nerazîbûn dijî zexta li ser HDPê ya hikûmeta AKPê hatiye nîşandan û bang li Erdogan tê kirin ku “Êrîşên hiqûqî yên ser HDPê demildest û bi temamî bên rawestandin.” Herwiha tê gotin ku berî hilbijartinan girtina HDPê dê zerareke zêde bighîne demokrasiya Tirkiyê.

Dadgeha Destûrê hefteya borî blokeya li ser alîkariya xezîneyê ya HDPê rakir û ragihand ku dê rûniştina doza girtina HDPê 11ê Nîsana 2023an bê kirin. Hevserokê HDPê Mithat Sancar jî got: “Ji bo rûniştina doza girtina HDPê piştî hilbijartinên 14ê Gulanê bê kirin, dê serî li Dadgeha Destûrê bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst