Dîroka civîna Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriye ya Moskowê diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna welatên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê qeyrana Sûriyê de dê 15-16ê Adarê li paytext Moskowê ya Rûsyayê bê kirin.

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand, roja civîna Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê qeyrana Sûriyê de diyar bû. Civîn dê 15-16ê Adarê li Moskowê di asta cîgirên wezîrê derve de bê kirin.

Li ser navê Tirkiyê dê Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Burak Akçapar, li ser navê Rûsyayê Nûnerê Taybet ê Welatên Rojhilata Navîn û Efrîqayê yê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Mihail Bogdanov, li ser navê Îranê Şêwirmendê Karên Siyasî yê Wezîrê Derve yê Îranê Ali Asgar Haci û li ser navê Sûriyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Susan dê beşdarî civînê bibin.

Meha Kanûna 2022ê jî wezîrên berevaniyê yên Tirkiye, Rûsya û Sûriyê li Moskowê civiyabûn. Serokê îstixbaratên her sê welatan jî wê demê beşdarî civînê bûbûn.

Tê pêşbînîkirin di demên pêş de wezîrên derve yên her çar welatan jî bicivin.