Kolonel Caggins: Ez ji bo gelê birûmet ê Kurdistanê dua dikim

13-03-2022
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Kolonel Myles Caggins Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Kolonel Myles B. Caggins têkildarî êrîşa li ser Hewlêrê peyamek belav kiriye û ragihandiye “Ez ji Xwedayê mezin dixwazim ku gelê Kurdistanê û hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî biparêze.”

Kolonel Myles B. Caggins ku di navbera Tebaxa 2019 û Îlona 2020an de wek Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî ya bi serkêşiya Amerîkayê dikir, li ser tora civakî ya Twitterê bi Îngîlîzî û Kurdî derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê peyamek belav kir.

Kolonel Myles Caggins di peyama xwe ya bi ingilîzî de dibêje, “Ji bo silametiya hevalên xwe yên Kurd û Amerîkî yên li Hewlêrê dua dikim.”

Caggins di peyama xwe ya bi Kurdî de jî tekez dike, “Ji Xwedayê mezin dixwazim ku xelkê Kurdistanê û hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ji hemû belayekê biparêze û duaya xêrê bo xelkên bi şeref ên Kurdistanê dixwazim û hêvîdarim Xwedayê mezin pişt û penaha we be.”

Şeva derbasbûyî bi 12 mûşekan êrîş li ser çend deverên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn û gelek zirarên maddî çê bûn.

Dije Terora Herêma Kurdistanê demeke kurt piştî êrîşê daxuyaniyek da û da zanîn ku muşek ji derveyî sînorên Iraq û Herêma Kurdistanê û “ji aliyê rojhilat ve” hatine avêtin.

Derbarê cureyê mûşekan de Dije Terora Herêma Kurdistanê eşkere kir ku êrîş bi “mûşekên balîstîk” hatiye encamdan û diyar kir, “Li gorî zanyariyan demjimêr 01:00ê şevê bi 12 mûşekên balîstîkî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hatiye armanckirin.”

Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamiya Îranê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişa mûşekî ya şevê din a li ser Hewlêrê li xwe girt.

Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de gotiye, “Di encama tawanên vê dawiyê yên rejîma sexte ya Siyonîst û ragihandina ku ew tawan bê bersiv namînin, şeva derbasbûyî Navenda Plangerî û Xirabiyê ya Stratejîk a Siyonîstan bi mûşekên bihêz ên Supaya Pasdaran hat armanckirin.”

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê tekez kir ku êrîş bi “12 mûşekên balistîk û ji dervey sînorên Îraq û Herêma Kurdistanê ji aliyê rojhilat ve” hatiye kirin û destnîşan kir, ew mûşek arasteyî “avahiya Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê, navçeya nîştecîbûna sivîlan li nêzîk barageha kanala Kurdistan 24ê û dedora wê hatine kirin.”

Ji aliyê din ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku îdiayên “Armancên Îsraîlê hatine lêdan” tenê ji bo veşartina vê tawana qirêj e.

Di daxuyaniya hikûmetê de hatiye, “Ev çendîn car e Îran van destdirêjiyan dubare dike û bêdengiya civaka navdewletî li hember van êrişên tirsonek, rêxweşker dibe bo berdewamiya tawanên bi vî awayî.”

Piştî êrîşa li ser Hewlêrê, gelek siyasetmedarên Iraqî êrîş şermezar kirin û berpirsên Amerîkî gotin ku Îran li piştî êrîşa mûşekî ya sibeha Yekşemê ya li ser konsulxaneya welatê wan a li Hewlêrê ye.

Hejmarek berpirsên Amerîkî ji rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî re ragihandin, ew mûşekên ku sibeha îro Yekşemê arasteyî Herêma Kurdistanê hatine kirin û li nêzikî avahiya konsulxaneya nû ya Amerîkayê ketine xwarê ji aliyê Îranê ve hatine arastekirin.

Ew berpirsên Amerîkî dibêjin, ti ji wan mûşekan bi ber avahiya konsulxaneyê neketine û ti karmendekî konsulxaneyê jî ziyan nedîtiye.

Berpirsên Amerîkî amaje bi wê jî kirine, ew heta niha piştrast nînin ka armanca sereke ya êrişê ku der û çi bûye û lêkolîna li ser bûyerê jî temam nebûye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî di daxuyaniyekê de êriş şermezar kir û got, “Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê lêpirsîn vekirine.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst