Berpirsên Amerîkî: Mûşek ji aliyê Îranê ve hatin arastekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Çend berpirsên Amerîkî dibêjin, ew êrişa mûşekî ya li ser konsulxaneya wan a li Hewlêrê ji aliyê Îranê ve hatiye encamdan.

Çend berpirsên Amerîkî ji rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî re ragihandin, ew mûşekên ku sibeha îro Yekşemê arasteyî Herêma Kurdistanê hatine kirin û li nêzikî avahiya konsulxaneya nû ya Amerîkayê ketine xwarê ji aliyê Îranê ve hatine arastekirin.

Ew berpirsên Amerîkî dibêjin, ti ji wan mûşekan bi ber avahiya konsulxaneyê neketine û ti karmendekî konsulxaneyê jî ziyan nedîtiye.

Berpirsên Amerîkî amaje bi wê jî kirine, ew heta niha piştrast nînin ka armanca sereke ya êrişê ku der û çi bûye û lêkolîna li ser bûyerê jî temam nebûye.

Her di dewama axaftina xwe de berpirsên Amerîkî dibêjin, dibe ew êrişa mûşekî karvedanek be li hember wê êrişa esmanî ya Îsraîlê ku roja duşema borî li Sûriyê pêk anî û di encamê de 2 endamên Supaya Pasdaran hatin kuştin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî di daxuyaniyekê de êriş şermezar kir û ragihand, “Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi lêkolînê kirine.”

Îro Yekşemê 13yê Adara 2022yan bi mûşekan êrişî Hewlêrê hat kirin û hinek ji ewan mûşekan li nêzîkî cihên niştecihbûna xelkê ketin û ziyanên darayî jî bi çend xanî û avahiyan ket.