IFJ: Tirkiye mezintirîn `girtîgeha rojnamevanan` a cîhanê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporta Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ), Tirkiye ku herî kêm 67 rojnamevan lê di girtîgehan de ne, `girtîgeha rojnamevanan` a herî mezin a cîhanê ye. Federasyonê, raporta xwe ya salane ku derbarê kuştina rojnamevanan de amade kiriye, bi raya giştî re parvekir.

Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî ragihand ku di sala 2020an de li seranserê cîhanê bi giştî 65 rojnamevan û medyakar di dema kar de hatine kuştin. Li gor raportê, hejmara îsal 17 ji hejmarên rapora sala 2019an zêdetir e û hejmara miriyan hema hema di asta salên 1990î de ye.

IFJê ragihand ku kuştina rojnamevan li 16 welatên cuda 'di dema êriş, bomberdûman û teqekirina şeprast' de hatiye kirin. Li gor daneyên ku federasyon ji sala 1990an ve kom dike, ji wê demê û heta niha bi giştî 2 hezar û 680 rojnamevan hatine kuştin.

Sekreterê Giştî yê IFJê Anthony Bellanger dibêje: "Desthilatdariya hovane ya baronên tawanan li Meksîkayê, tundûtûjiya radîkalên li Pakistan, Afganistan û Somalî û bêtehemûliya radîkalên li Hîndistan û Fîlîpînê, bûne sedema rijandina xwînê di medyayê de."

Meksîka di pênc salên dawî de dîsan di rêza yekem de cîh digre ku 14 rojnamevan lê hatine kuştin. Piştî wê Afganîstan tê ku 10 rojnamevan lê hatine kuştin. Li Pakîstanê 9, Hindistan 8, Filîpîn û Sûriyê 4, Nîjerya û Yemenê jî her yek sê rojnamevan li wan hatine kuştin. Li Iraq, Somalî, Bangledaş, Kamerun, Honduras, Paraguay, Rûsya û Swêdê jî kuştin çêbûne.

Li gor raportê, heta Adara 2021ê li seranserê cîhanê herî kêm 229 medyakar ji ber kar û xebatên rojnamevaniyê di girtîgehan de ne. Li gor raportê Tirkiye, ku herî kêm 67 rojnamevan lê di girtîgehan de ne, `girtîgeha rojnamevanan` a herî mezin a cîhanê ye.

Li Çînê 23 rojnamevan girtî ne û di rêza duyem de ye. Piştî wê bi 20 rojnamevanan Misir tê. Li Erître 16 û li Erebistana Siûdiyê jî 14 rojnamevan di girtîgehan de ne. Bellanger dibêje: “(Demokrasî) Ti demokrasiyeke layîqê vî navî, nûçegihanên azadiya ramanê navêje zîndanê.”