Kongres dixwaze desthilata bikaranîna hêzê ji serokê Amerîkayê werbigire

13-03-2021
RÛDAW
Nîşan Kongresa Amerîkayê Gregory Meeks Serokê Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek endamên Kongresa Amerîkayê yên Demokrat dixwazin yasaya “desthilata bikaranîna hêzê” serrast bikin û desthilata serokê Amerîkayê jî bo ragihandina şer kêm bikin.

Serokê Lijneya Peywendiyên Derve ya Kongresa Amerîkayê Gregory Meeks got: “Lijneya me di çend hefteyên pêş de dest bi gotûbêja serrastkirina yasaya desthilata bikaranîna hêzê dike ku ew yasa bi dehên salan e serokên Amerîkayê bo fermandayîna êrîşên li derveyî Amerîkayê bikar tînin.”

Bi gotina Meeks, dixwazin wê desthilatê ji serokê Amerîkayê werbigirin ku fermana ragihandina şer bide, ji dêlva wî ew desthilat di destê Kongresê de be.

Sala derbasbûyî heman mijar hat rojevê û Encûmena Nûneran pesend kir, lê li Encûmena Pîran nehat pejirandin, wê demê Komarî li encûmenê piranî bûn.

Endama Kongresa Amerîkayê Barbara Lee dibêje, bi rêya yasaya desthilata bikaranîna hêza serbazî serokên Amerîkayê 40 caran biryara êrîşan li 19 welatên cuda dane û êdî dema wê hatiye dawiyê li wan şerên bêdawî bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst