Şaredariya Minnesota dê 27 milyon dolar bide malbata George Floyd

13-03-2021
RÛDAW
Nîşan Minnesota Georga Floyd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Minnesota yê Amerîka 27 milyon dolar dide malbata George Floyd, ew welatiyê reşpîstê ku ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin.

Di encama sazişeke darayî di navbera Encûmena Şaredariya Minnesota û malbata Goerge Floyd,  herdu alî li ser wê yekê gihiştin rêkeftinê ku 27 milyon dolar wek qerebûya ziyana derûnî bi malbata Floyd bê dayîn.

Hemwelatiyê bi navê Goergo Floyd roja 25ê Gulana 2020an ji aliyê polîsê spîpîst ê bi navê Derek Chauvin hatibû kuştin.

Ew biryar bi komdengiya endamên Encûmena Şaredariya Minnesota hat wergirtin û wek mezintirîn sazişa darayî ya wîlayeta Minnesota tê binavkirin.

Parêzerê malbata Floyd Ben Crump ragihand, ev sazişa darayî mezintirîn saziş e di dîroka wîlayetê de ku bo kesekî reşpîst hatiye terxankirin û ev jî hilgirê peyameke bihêz e bo her kesê ku bi rastî jiyana reşpîstan girîng e û herwiha “divê kiryarên dirinde yên polîs li dijî reşpîstan bên rawestandin.”

Pêdana qerebûya darayî, dawî li dadgehîkirina Derek Chauvin nayîne û biryar e roja 29ê vê mehê yekem xula dadgehîkirinê destpê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst