Pompeo ji bo rûbirûbûna Koronayê şîret li Xaminêyî kir

13-03-2020
RÛDAW
Nîşan Amerîka Mike Pompeo Îran Elî Xaminêyî Coronavirus Vîrusa Korona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bersiva twîtteke Rêberê Bilind ê Îran Ayetullah Elî Xaminêyî ya derbarê belavbûna vîrusa Koronayê li Îranê da û weke şîretekê ji bo Rêberê Îranê got: “Baştirîn berevaniya bayolojî, gotina rastiyên derbarê vîrusa Koronayê de ye” ku ji bajarê Wuhanê ve bo Îranê hatiye veguhastin.

Mike Pompeo twîtta Elî Xaminêyî retwitt kiriye û li ser nivîsandiye, “baştir e Xaminêyî rastiyan bêje ku vîrus ji Çînê ve bo Îranê hatiye veguhastin, nek hêj rê bide balafirên Îranî biçin Çînê”.

Pompeo herwiha diyar kiriye, li Îranê kesên ku têkildarî belavûna vîrusa Koronayê li wî welatî rastiyan dibêjin, tên desteserkirin.

Rêberê Îranê, Elî Xaminêyî di twîttekê de ragihandibû, ku qaşo hin belge hene wisa nîşan didin ku belavbûna vîrusa Koronayê li Îranê êrîşeke bayolojîk e û daxwaz ji rayedarên Îranî kiribû, ku divê bi rêya berevaniya bayolojîk ve rûbirûyê vê vîrusê bibin.

Li Îranê heta niha 11 hezar û 364 kes tûşî vîrusa COVID-19 bûne, ku ji wê hejmarê 514 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha li Amerîkayê jî 1663 kes tûşî vîrusê bûne ku 40 kes ji wan canê xwe ji dest dane û 12 kes jî heta niha baş bûne.

Li cîhanê jî hejmara kesên ku bi sedema COVID-19 mirine, ji 5000 kesan zêdetir bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst