Amerîkayê karkirina bi firokeya Boeing 737 MAX da sekinandin

Navenda Nûçeyan – Weke cezayekê li hember ketina firokeya Hêlên Esmanî yên Etiyopyayê, Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar da ku Amerîka karkirina bi firokeya cureya Boeing 737 MAX bide sekinandin.

 

Donald Trump di civîneke li gel hejmarek berpirsên ajansên îstixbaratî û rayedarên eyaletan de, ketina firokeya Etiyopyayê weke karesateke dilzîzker bi nav kir.

 

Trump diyar kir ku em biryareke bilez ji bo rawestandina karkirina bi hemû cure firokeyên Boeoing 737 MAX 8 û 9 derdixin. Serokê Amerîkayê dibêje ku ev biryar di berjewendiya Amerîkayê de ye.

 

Vê êvarê Wezîrê Veguhestinê yê Kanadayê jî biryareke heman şêwe derxist. Roja ku firokeya Etiyopyayê kete xwarê, Çîn jî karkirina bi firokeya bi wê cureyê dabû sekinandin. Herwiha Iraq rê nade ku ti firokeyeke Boeing 737 MAX 8 li ser esmanê Iraqê bifire.

 

Firokeya Boeing 737 MAX 8 li Addis Ababa ya paytexta Etiyopyayê roja yekşemê bi 157 rêwiyan kete xwarê û hemû rêwiyên di firokeyê de jiyana xwe ji dest dan.