New York (Rûdaw) - Di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de rewşa Rojavayê Kurdistanê wekî mijareke sereke cih girt.
Her wiha di civînê de Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen, him jî Amerîkayê amaje bi vê yekê kir ku pevçûnên li wir pêk tên him dibin sedema mirina sivîlan û him jî rawestandina şerê li dijî DAIŞê.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen rapora xwe ya mehane di civîna Konseya Ewlehiyê de parve kir.
Geir Pedersen diyar kir ku hîn jî rojane li Rojavayê Kurdistanê di navbera HSD û Tirkiye û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan de pevçûn hene.
Pedersen da zanîn ku ev pevçûn bandorê li sivîlan û binesaziyên sivîlan dikin û dibin sedema mirina sivîlan.
Pedersen ji bo Rojavayê Kurdistanê bag kir
Geir Pedersen wiha pê de çû, "Ez bi dilxweşî pêşwaziya wê yekê dikim ku rayedarên demkî (yên Sûriyeyê) û HSDyê kanaleke rasterast vekiriye, her çi qasî heta niha bipêşketin tunebe jî.
Ez Amerîka, Tirkiye û hevkarên herêmî û Sûriyeyê bi hêz teşwîq dikim ku bi hev re li ser lihevkirinên rasteqîn bixebitin ku rê didin aştî û aramî li bakurrojhilatê Sûriyeyê pêk were.
Girîng e ku ji pevçûnênên nû dûr bê ketin ku dikarin bandorên tund li ser sivîlên Sûriyeyê, aramî, aborî, veguhêz, şerê li dijî DAIŞê û aştî û ewlehiya navneteweyî bikin."
Di civînê de Amerîkayê jî daxuyaniyek da û bal kişand li ser pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê û got ku ev pevçûn nahêlin ku HSD giraniya xwe bide şerê li hemberî DAIŞê.
"Pevçûnên li bakurê Sûriyeyê em nîgeran kirin"
Alîkara Nûnerê Amerîkayê yê Neweyên Yekbûy Dorothy Sheayê got:
"Pevçûnên çekdarî yên berdewam ên li bakurê Sûriyeyê em nîgeran kirine.
Amerîka dê bi berdewamî li pey agirbestekê be ku hevkarên me yên xwecihî karibin giraniya xwe bidin ser şerê li dijî DAIŞê û parastina ewlehiya navendên girtîgehan û kampên di bin kontrola wan de ne."
Li aliyê din jî di civînê de Rûsyayê got ku li Sûriyeyê hîn jî pirsa Kurdan nehatiyê çareserkirin.
Her wiha Yunanistan û Danîmarka û Fransayê jî amaje bi vê yekê kir ku divê li Sûriyeyê mafên Kurdan werin parastin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse