Rûsya: Me 83 dronên Ukraynayê xistin xwarê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan şeva borî 83 dronên Ukraynayê yên li asîmanên Rûsyayê xistine.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, artêşa Ukraynayê bi dronan êrişî axa Rûsyayê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku sîstemên parastina asmanî ya Rûsyayê 83 dron xistine.
Hat gotin ku ji wan 37 li herêma Bryanskê, 24 li herêmên Kursk û Lipetskê û 9 jî li herêma Tverê hatine xistin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên bi dronan li ser herêmên Belgorod, Kaluga, Smolensk û Voronejê jî hatine têkbirin.