Frank Walter Steinmeier dubare wek Serokkomarê Almanyayê hat hilbijartin

13-02-2022
RÛDAW
Nîşan Almanya Frank Walter Steinmeier
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Federal a Almanyayê îro bi piraniya dengan ji bo gereke din Frank Walter Steinmeier wek Serokkomarê Almanyayê hilbijart, bi wê yekê Steinmeier dê heta pênc salên din wate heta 2027an di vê postê de bimîne.

Îro Yekşembê 13ê Sibata 2022an Parlamentoya Federal a Almanyayê ji bo hilbijartina serokkomarê welat civiya û bi 1045 dengên Erê ji 1437 dengan, bo cara duyem Fransk Walter Steinmeier wek serokê welat hilbijart.

Hilbijartina Steinmeier wek Serokê Almanyayê bo cara duyem li ser hev, di demekê de ye ku Ewropa bi giştî di qonaxeke pir hesas û çarenivîssaz re derbas dibe, ji ber ku Rûsyayê hejmareke zêde ya hêzên xwe li ser sînorên Ukraynanê bicih kiriye û bi gotina Amerîkayê û hejmarek welatên ewropî, Rûsya dixwaze Ukraynayê dagîr bike.

Steinmeier piştî ku ji aliyê parlamentoyê ve careke din wek Serokê Almanyayê hat hilbijartin, gotarek da û têde behsa amaje bi krîza Ukraynayê kir û got, “Rûsya bi komkirina hêzê li derdora Ukraynayê metirsiya destpêkirina şer li navçeyê çê kiriye û divê berpirsyariya rewşê li xwe bigire.”

Serokê Almanyayê tekezî li ser giringiya aştiyê jî kir û diyar kir, “Aştî tenê di rêya diyaloga navbera Rûsya û welatên rojava re tê garantîkirin.”

Frank Walter Steinmeier, Koşka Kremlîn koşka serokatiya Rûsyayê berdreng girt û ragihand, Vladimir Putîn, demokrasiya me kêm nebîne, çimku demokrasiya me bihêz e û nakeve bin bandora gefên derve.

Steinmeier ser bi Partiya Sosyal Demokrat e, dema Angela Merkel Şêwirmenda Almanyayê bû, di du xûlên hikûmeta Merkel de Wezîrê Derve yê Almanyayê bûye.

Li gor rapirsiyekê, %85 ji xelkê Almanyayê ji karên Steinmeier razî bûne.

Frank Walter Steinmeier sala 1956an ji dayik bûye, siyasetvanekî navdar ê Almanyayê ye û pêştir du caran wezîrê Derve yê Almanyayê bûye. Dema ku wezîrê derve bû, di merasima vekirina Konsulxaneya Almanya ya li Hewlêrê de amade bû.

Cara yekem, Steinmeier di sala 2017 de wel 12mîn Serokkomarê Almanyayê hatibû hilbijartin.

Posta Serokomariyê li Almanyayê zêdetir sembolîk e û nûnertiya welat li navendên cîhanî dike. Serokkomar li Almanyayê herwiha dadweran destnîşan dike, parêzerê Destûra Bingehîn a welat e û kar ji bo parastina aştî û pêkvejiyana civakî dike.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst