Rûsyayê bi dehan hezar serbaz li Luhanskê bicih kirine

13-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Her diçe dengê zengilê hişyariyê bo egera derketina şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê zêdetir dibe; yek ji wan cihên metirsiya êrîşeke berfireh a Rûsyayê li ser e, Herêma Luhanskê ye li Ukraynayê.

Luhanks dikeve bakurê navçeya Donbasê li rojhilatê Ukraynayê. Nêzîkî ji sedî 65ê wê di bin kontrola artêşa Ukraynayê de ye û nêzîkî 35ê din jî di bin destê hêzên cudaxwaz de ye ku Rûsya piştgiriya wan dike. Amarên ne fermî amaje bi wê yekê didin ku nêzîkî 40 hezar serbazên Rûsî li wê beşê axa Luhanskê hatine bicîhkirin ku ji sala 2014an ve ketiye bin destê cudaxwazan.

Beşek ji niştecihên Luhanskê, li wê beşê di bin destê hikûmeta Ukraynayê de ye dibêjin, tişta derbarê metirsiya şer de tê gotin, ji asta xwe zêdetir hatiye mezinkirin.

Niştecihê Luhansk Evhenii Medved dibêje: “Li gor min şer dernakeve. Krîz tenê li ser asta siyasî ye. Mijar tenê derbarê pere û siyasetê de ye û tiştekî din nîne. Tê gotin ku şer baştirîn bazirganî ye.”

Ji tirsa derketina şer, hinek hikûmetan daxwaz ji welatiyên xwe kirine ku Ukraynayê bicîh bihêlin, lê niştecihên Luhanskê ku ji her kesekî din zêdetir nêzîkê eniyên şer in, ti sedemekê bo bicîhhiştina malên xwe nabînin.

Nişteciha Luhansk Svitlana Mykolayivna jî got: “Nikarim tiştekî derbarê Kievê de bibêjim. Eger balyozxaneyên biyanî personelên xwe veguhêzin, tê wê wateyê ku sedemek bo wê yekê heye û ew ji tiştekî ditirsin. Lê bo me li vê derê li Luhanskê, em ji tiştekî natirsin, tiştek nîne jê bitirsin. Hemû kes karên xwe dikin.”

Hewlên dîplomatîk bo kêmkirina aloziyan berdewam in û di pêşhateya herî dawî de li ser asta bilind, Serokê Rûsya û Serokê Amerîkayê peywendiyeke telefonî pêkanîn. Li gor Koşka Spî, Joe Biden hişyarî daye Putin ku eger Ukrayna bê dagîrkirin baca giran û bilez bi pey de tê. Li gor Kremlînê jî, Biden û Putin li ser çareseriyeke demdirêj negihiştine rêkeftinê, lê razî bûne li ser gotûbêjan berdewam bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst