Hejarê Şamîl: Li her derê malên Kurdan tên têkdan
Moskow (Rûdaw) - Kurdistana Sor ku 1923 hatibû damezirandin û di sala 1929-an de bê sebeb tê rûxandin. Di sala 1937an kurdê Kafkasyayê bi fermana Stalîn bê sebeb, bê qanûn nava 24 seeta de li bin şert mercên giran û dijwar de surgunî Asîya Navîn û Kazaxistanê dikin. Lê ne biryara Stalîn û ne jî hatine Ermeniyan nekariye nasnameya Kurdî ya wê navçeyê bide guhertin.
Berf û baran jî ne astengin li pêşiya rewşenbîrê Kurd Hejarê Şamîl ku xanî ava bike. Leza Hejar heye. Divê heta buharê diwêrên xaniyê biqedîne û serbana wî jî bigre.
Di maweya 30 salên de, ew 3mîn xanî ye, ku Hejarê Şamil ava dike.
Sala 1994ê li Bakûyê xaniyekî ava kiribû. Lê, jê re nebûbû nesîb ku tê de bijî. Salên 2000î, yekî din jî li paytexta Qirqizistanê li Bîşkekê ava kir. Ewî jî hîşt. Bi neçarî. Niha jî li Krasnodara Rûsyayê ava dike.
Rewşenbîrê Kurd Hejarê Şamîl dibêje: “Dagirkerên Kurdistanê derfet nedana Kurdan ku li welatê xwe xaniyan ji xwe re ava bikin. Keng Kurdan mal çêkirine, bi hezaran malên wan hatine xirabkirin. Îro jî malên Kurdan têne xirabkirin. Li Kerkûk, Kobanî, Efrîn, Bakur, Rojhilat li her derê mala Kurdan tê xirabkirin, lê em Kurd bi israr xaniyan ava dikin çi li Kurdista û çi li dervey Kurdistanê be.”
Sala 1993ê dema ku tevaya Kurdistana Sor ket desta Ermeniyan, mîna bi hezaran kurdên wê herêmê, malbata Şamîlê Selîm Eskerov – bavê Hejar jî, mal û milkê xwe li Kelbecerê hîştin.
Heta kêliya dawî jî Şamîlê Selîm ne dixwast mala xwe bicî bihêle. Lê piştî ku moşekek li xaniya wî ket û nivê xanî herifî, êdî şansa jiyinê lê ne ma.
Helbestvan, wergêr, kurdolog, zimanzan, dîroknas Şamîlê Selîm Esgerov jî dibêje: “Li mala min ne mobîlyaya giranbûha, ne jî tiştên din hene. Hemû mal û milkê min ev pirtûkxane bû. Ew jî, ji destê min derdikeve. Veguhastina wê mumkun nîne. Bi neçarî vê pirtuxanê xwe dihêlim. Xaniya min zêde di xema min de nîne. Ji xwe vaye, moşek lê ketiye û herifiye. Lê mûzexaneya min… Ew mîna zarokekî min bû. Tê de zêdetir ji 20 hezar eşyayên pêşandanê hebûn, ku karibûn mûzexaneyên cîhanê jî bixemilînin.”
Şamîlê Selîm Esgerov, sala 1928an li Kurdistana Sor li gundê Axçakendê, ya navçeya Kelbecerê, an ku li Kavil Bajarê hatîye dinyayê.
Salên cuda li Kelbecerê seroktiya rêxistina “Komsomolê”, mudirtiya dibistanê, walîtiya Kelbecerê, mudirtiya perwerdeya bajêr, herî dawî jî seroktiya Mûzexaneyê kiribû, ya ku bi destê xwe damezirandibû.
Giyana wî helbestî bû. Wî, bi sedan helbest jiber dizanibû. Ew kurdolog, fîlolog, zimanzan, wergêr, rojnamevan, dîroknas, etnograf, folklorist, xwezanas bû. Şamilê Selîm ansîklopedîyeke zindî bû. Hezkerê Kurdistanê bû. Mala wî Kurdistaneke biçûk bû.
Şamilê Selîm Eskerov - Şervanê yekane yê Kurdistanê Sor - di 77 salîya xwe de, roja 20ê Gulana 2005an li Bakûyê weke penaber koça dawî kir.
Şamilê Selîm rizgarbûna Kelbecerê ne dît. Dibe ku wî bixwe jî nexwasta ku mûzexaneya xwe, mala xwe di vê rewşê wêranbûyî de bibîne. Ew mala, ku Kurdistaneke biçûk bû, Îro di vvî rewşî de ye.
Jixwe hêvî û şansa Hejar jî nîne ku vegere Kelbecerê, ser warê bavê xwe yê wêranbûyî.
20 saliya xwe de yekemîn pirtûka Hejarê Şamîl a helbestên evîndarî hatibû weşandin li Bakûyê. Bi zimanê Azerîkî. Heta niha jî li Azerbaycanê stranên evîndarî li ser helbestên wî têne bestekirin.
Lê, Hejarê Şamîl bîryara xwe zû da. Ewê dê nebe xizmetkarê zimanekî biyanî! Ket riya şoreşgeriyê. 20 sal têkoşîna siyasî û dîplomasiyê kir bo kurdayetiyê.
Diyare, Şamîlê Selîm ne tenê giyan dabû Hejar, her weha ruhê xwe yê têkoşeriyê jî, jê re mîrat hîştibû.
Şamilê Selîm matematîkzan bû, lê doktoraya xwe li ser wêje – li ser afirandariya Şêxûs Cegerwîn nivîsîbû. Helbestên klasîkên kurd: Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Hejar Mûkriyanî, Evdila Goran, her weha Mem û Zîna Ehmetê Xanî wergerandibû bi zimanê azerî. Xwediya yekemîn û mezintirîn Ferhenga Kurdî-Azerî ye. Helbstên Şamîlê Selîm ên bi zimanê Kurdî û Azerî di zêdetirî ji 40 pirtûkan de hatine weşandin.
Hejarê Şamil êdî ji zû de helbestên evîndariyê nanivîse. Miajrên pirtûkên wî, tenê Kurd û Kurdistan in. Hejmara pirtûkên wî yên bi kurdî, rûsî û tirkî, ji 20-aî buhuriye. Mal û menala wî tenê ew in. Ji xwe, ji Şamîlê Selîm, ti mal û milk jê re ne mabû.
Belê, leza Hejarê Şamil heye. Divê xaniya xwe di demekî zû de ava bike. Îtîbar bi zemanê re nîne. Kî dizane, qeder jê re çi surpirîzan amade dike.