Parêzerê Nelson Mandela ji bo dîtina Ocalan diçe Tirkiyê

13-02-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzerê rêberê wefatkirî yê Afrîqa Başûr Nelson Mandela û komek rewşenbîr, siyasetmedar û kesên navdar ên cîhanê bi fermî daxwaza hevdîtinê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re kirin.

11 kesên navdar û mezin ên cîhanê, ji bo ku bi Ocalan û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin bikin, diçin Tirkiyê.

Di nav wan kesan de, parêzerê rêberê wefatkirî yê Afrîqa Başûr Nelson Mandela û dozgerê dadgeha bilind a Afrîqa Başûr Essa Moosa, kevneparlamenter û kevnewezîr, nivîskar, rewşenbîr û çalakvan jî hene.

Wê koma han xwe wek “Delegasyona Aştiyê ya Navdewletî” dane nasîn û nameyek ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag re şandine û bi fermî daxwaza hevdîtinê bi Ocalan re kirine.

Name ji aliyê berdevkê Delegasyonê û parêzerê Mandela, Essa Moosa ve hatiye nivîsandin û tê de wiha hatiye gotin: “Bi baweriya me, çawa ku Serok Nelson Mandela li Afrîqa Başûr karî, Ocalan jî dikare rolek pir girîng di çareserkirina pirsgirêka kurd de li Tirkiyê bilîze. Ji ber wê jî em dixwazin li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin.”

Hat gotin ku Moosa, nameya ku Mandela sala 1989ê jê re şandibû jî ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyê re şandiye.

Li gorî rojnameya Cumhuriyetê, Delegasyona Aştiyê dê bi partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û rewşenbîrên Tirkiyê re jî hevdîtin bikin. Tê pêşbînîkirin ku şanda han ji rayedarên Tirkiyê daxwaz bikin “pêvajoya çareseriyê” cardin dest pê bike û şer were sekinandin.

Delegasyona Aştiyê dê roja 15ê Sibata îsal (salvegera girtina Ocalan) bigihîjin Stenbolê.  Heta niha rayedarên Tirkiyê ti daxuyaniyek li ser vê mijarê nedane. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst