Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên eyaleta Miyazakiyê ya li başûrê rojavayê Japonyayê erdhejeke bi mezinahiya 6,9 pileyan erdhejek rû da.
Li gor daxuyaniya Birêvebiriya Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) erdheja ku bi mezinahiya 6,9an a li gorî saeta herêmî saet 21:19yan li peravên Miyazakiyê pêk hat.
Erdhej 30 kîlometreyî di bin erdê de çêbû.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) jî mezinahiya erdhejê wekî 6,8 pileyan ragihand.
Hişyariya pêlên mezin
Televîzyona dewletê NHKyê ragihand ku ji bo peravên eyaletên Miyazakî û Koçiyê piştî erdhejê hişyariya "pêlên mezin" hat dayîn.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî Kyodoyê jî, erdhej li eyaletên li herêma başûr a Kyuşuyê ya ku Miyazakî jî di nav da ye, hat hîskirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse