Hewlêr (Rûdaw) - Li Xirwatistanê Zoran Milanovic bi sedî 74,66ê dengan careke din bû serokkomarê welêt.
Serokkomarê niha yê Xirwatistanê Zoran Milanovicê ku Partiya Sosyal Demokrat piştgirî didayê di hilbijartinên serokkomariyê de bi sedî 74,66ê dengan bi ser ket.
Zoran Milanovic li ser serkeftina xwe got:
"Ez vê serkeftinê wekî pejirandina xebatên xwe yên 5 salên dawî û nîşandana baweriya gel a bi min dibînim."
Komîsyona Hilbijartinên Dewletê ragihand ku li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên serokkomariyê, Milanovic bi sedî 74,66ê dengan bi ser ketiye û cara duyem bûye serokkomar.
Milanovic di axaftina xwe ya serkeftinê de ji piştgirên xwe re got ku gel bi awayekî eşkere di sindoqan de ramanên xwe anîne zimên.
"Ez desthilatê naxwazim”
Milanovic di axaftina xwe ya serkeftinê de wiha got:
"Ev roj, ji bo min rojeke mezin e. Ez vê serkeftinê wekî pejirandina xebatên xwe yên 5 salên dawî û nîşandana baweriya gel a bi min dibînim.
Di heman demê de ev ji bo rayedarên ku divê guh bidin kar û barên dewletê peyameke xurt a gel e.
Ez careke din bang dikim, ez desthilatê naxwazim, ev ne mijareke hêzê ye, mijareke erkdariyê ye.
Erkê min ew e ku ez bi awayekî wekhev tevbigerim çimkî destûr vê ferman dike."
Zoran Milanovic diyar kir ku ew naxwaze zextê li Serokwezîr Andrej Plenkovic bike û got:
“Lê ji bo Xirwatistana ku em xeyal dikin divê em biaxivin.”
Rikeberê Milanovic û namzedê Yekîtiya Demokrat a Xirwatistanê ya rastgirên navendî Dragan Primorac jî ji sedî 25,34ê dengan sitandin.
“Xirwatistan tiştekî çêtir heq dike”
Primorac di daxuyaniya xwe de got ku divê rêz li biryara gel bê girtin û pê de çû:
“Min vîzyoneke Xirwatistaneke serbilind, çêtir û cudatir pêşkêş kir.
Min dixwest bi bernameyê xwe peyamekê bidim ku Xirwatistan tiştekî çêtir heq dike.
Divê rêzdarî, şeref, exlaq û serbilindî ji her tiştî girîngtir bin.
Di navbera min û Zoran Milanovic de nirxên cuda yên manewî û exlaqî û her wiha nêrînên cuda yên derbarê paşeroja welatê me hene.
Welatiyan biryara xwe bi awayekî demokratîk da û divê rêz li vê yekê were girtin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse