Welatiyekî Serê Kaniyê dê li Almanyaya giliyê çekdarên mixalefeta Sûriyeyê bike

13-01-2024
RÛDAW
Li Serê Kaniyê 4650 mal û 900 dikan hatine talankirin
Li Serê Kaniyê 4650 mal û 900 dikan hatine talankirin
Nîşan Serê Kaniyê Almanya Dadgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kurdekî ji bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dê li dadgeheke Almanyayê giliyê çekdaran ku mala wî talan kirine bike.

Çekdar û malbatên hawirde ji dema ku her du bajarên Serê Kaniyê û Girê Spiyê hatine dagirkin ve, heta niha zêdetirî 6 hezar mal û hezar û 200 dikan li wan her du bajaran talan kirine.

Li gorî zaniyariyên Rûdawê, tenê li Serê Kaniyê 4 hezar û 650 mal û 900 dikan hatine talankirin.

Niha ji sedî 85 xelkê li Serê Kaniyê çekdar û malbatên wan in û xelkê resen jî koçber bûye.

Welatiyê bi navê Îdrîs Şêx Hemo yê ji Serê Kaniyê ku li bajarê Bielefedê yê Almanyayê dijî, ji Rûdawê re ragihand ku çekdaran mala wî ya li Serê Kaniyê talan kiriye.

Îdrîs Şêx Hemo herwiha da zanîn ku çekdaran kelûpelên wî jî şewitandine û wêneyên mala wî jê re şandine.

Îdrîs Şêx Hemo got ku ew niha amadekariyan dike ku li dadgeheke Almanyayê giliyê wan bike û dê wan wêneyan bide dadgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst