Zarokên herêmên şer 10 rojan li Moskowê ne

Moskow (Rûdaw) - Nêzîkî 100 zarokên di navbera 9-16 salî de ji Donbas, bajarokên Gorlovka û Yasenovoyê ji bo betlaneya 10 rojan hatine Moskowê.

Ew ji wan herêman hatine ku ji sala 2014an vir ve şer lê qet ranewestiyaye, top û firokeyên cengî qet bêdeng nebûne.

Wan, 3 salên dawî dibistan jî nedîtiye, tenê dema ku înternet hebe, dikarin online mamosteyên xwe bibînin.

Mamosteya ji Donbasê Olga Petrovnayê got:

“Zarok êşên xwe di hindurê xwe de dikişînin. Ew ti carî gazinan nakin. Hestên xwe zêde diyar nakin. Te dît, carinan nikare bi başî biaxive.

Carinan tam bêdeng dibe û du hefteyan wisa dimîne. Eger şokek pê re çêdibe du hefteyan bê deng dimîne.”

Psîkolog dibêjin zarok, ji mezinan zûtir hînî mercên dijwar dibin lê zarokên Donbasê deh sal in nikarin hînî mercên şer bibin û naxwazin jî.

Xwendekarê ji bajarokê Gorlovkayê Îvan Korotkov anî ziman:

“Em ji jiyaneke bi mercên wiha êdî bêzar bûne. Her roj mûşekbaran. Bi taybetî di van demên dawî de zêdetir bûne. Ez hesûdiyê dikim ku çima jiyana min ne wek jiyana zarokên e.”

“Dîsa bûm, bûm!”

Xwendekara pola 7an a ji bajarokê Gorlovkaya Donbasê Kîrayê jî got:

“Cara yekem e ez têm Moskowê. Moskow pir mezin e, pir bedew e. Gelek mirov hene li vir û hemû di nav aramiyê de dijîn.

Mirov li vir hînî aramiyê dibe lê ku dema ku em vegerin, dîsa bûm, bûm!”

Xwendekarê ji bajarê Donetskê Zlata Savkîna anî ziman:

“Pir metirsî ye ku tu derkevî kolanê. Tu nizanî, ka kengî bombe bikeve. Em êdî dizanin mûşekên berevaniyê, ji yên êrişê ji hev derxin.

Mûşekên ku ji aliyê ve me tên avêtin û yên ku bi ser me de tên avêtin.”

Xwendekarê ji bajarê Donetskê Lubov got:

“Li Moskowê zarok ji tiştekî natirsin. Ew natirsin ku ji nişka ve bombe bikeve ser wan. Ew qet xema siberojê naxwin, ka dê çi biqewime.

Xeyala min a herî mezin ew e ku ev şer zûtir xelas bibe.”

Li gorî amarên rêveberiya Komara Gel a Donetskê ji sala 2014an ve li Donbasê 228 zarok bûne qurbanî.

Ji Ukraynayê tê ragihandin ku di 500 rojên şer de 494 zarokan canê xwe ji dest daye.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî jî ji Sibata 2022yan heta Hezîrana 2023yan, 535 zarok bûne qurbanî lê şerê li Donbasê hîn jî didome û ev zarok divê vegerin wir.