Scholz: Me ligel Sûdanî behsa enerjî û vegera koçberên Êzidî kir

13-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku bi serdaneke fermî li Almanyayê ye, li Berlînê ligel Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz civiyan. Sûdanî diyar kir ku, Iraq welatekî xwedî samenên mezin ên xwazayî ye û dikare bibe çavkaniyeke baş ji bo cîhanê. Scholz ragihand ku wan di civînê behsa bihêzkirina karê hevbeş yê di navbera her du welatan de û mijara vegera koçberên Kurdên Êzidî kirine.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî tevî şandeke mezin a hikûmeta xwe duh Pêncşemê 12ê Çileya 2023an bi serdaneke fermî gihîşt Almanyayê.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz îro Înê 13yê Çileya 2023yan li Berlînê piştî hevdîtinê civineke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.

Olaf Scholz ragihand ku wan di civîna li gel Mihemed Şiya Sûdanî de, behsa bihêzkirina karê hevbeş yê di navbera her du welatan de û mijara vegera koçberên Kurdên Êzidî kirine.

Scholz diyar kir ku ji destpêka şerê li dijî DAIŞê de welatî hevkariya Iraqê kiriye û  ew dixwazin hevkariya xwe befirehtir bikin û got: “Me li ser berdewambûna karê hevbeş ligel Iraqê li hev kir.”

Ji aliyê xwe ve Sûdanî destxweşî li Almanyayê kir û got: “Di navbera Almanya û Iraqê de peywendiyên dîrokî hene, Almanya piştgiriya serbazî û emnî di şerê DAIŞê de da me.”

Serokwezîrê Iraqê herwiha diyar kir ku, Iraq welatekî xwedî samenên mezin ên xwazayî ye û dikare bibe çavkaniyeke baş ji bo cîhanê bi giştî û got: “Em dê sûdê ji ezmûna Almanyayê werbigirin. Ev serdana Almanyayê dê destpêkek be ji bo peywendiyeke stratejîk di navbera Iraq û Almayayê de ava bibe. Almanya piştgiriya Iraqê dike da ku pere û kelûpelên dîrokî yên hatine dizîn vegerîne."

Di beşekî din civîna rojnamevanî de behsa enerjiyê hat kirin û derbarê vê yekê de Şêwirmendê Almanyayê diyar kir ku gelek welatên Ewropayê ji ber kêmbûna gazê ketine tengasiyê lewma Almanya dixwaze çavkaniyên din yên gazê bibîne.

Sûdanî da zanîn ku Iraq amade ye bi rêya Tirkiyê gaza xwezayî bide Ewropayê.

Sûdanî got, “Em ji vê benderê (El-Faw) ligel xetên boriyan, xeteke trênê çêdikin ku gaza xwe ya xwezayî di ser Tirkiyeyê re bigihînin Ewropayê. Projeyên ku em li ser dixebitin ev in û me îro di axaftinên xwe yên bi Scholz re tekezî li ser wê yekê kir.”

Sûdanî bang li Almanyayê kir ku di sektora gaz û neftê ya Iraqê de sermayeguzarî bike, wek beşek ji hewldanên hikûmeta wî ji bo piştgirîkirina hinartina enerjiyê Iraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst