Parlamentoya Almanyayê dê derbarê 'Komkujiya Êzidiyan' de biryarê bide

13-01-2023
Nîşan Almanya Kurdên Êzidî Komkujiya Êzidiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Federal a Almanyayê, dê Komkujiya Êzidiyan a ji aliyê DAIŞê ve hat kirin wek “komkujî” nas bike.

Li gor medyaya Almanyayê, partiyên desthilatdar ên li wî welatî Partiya Demokratên Sosyal (SPD), Partiya Kesk û partiya Demokrat (FDP) ligel partiyên opozîsyonê yên yekitiyê dê hefteya bê bi hev re pêşniyaznameyekê pêşkêşî Parlamentoya Federal a Almanyayê bikin û dê tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidi wek “komkujî” nas bikin.

Di pêşniyaznameyê de hatiye gotin: “Parlamentoya Federal a Almanyayê, bejna xwe li hember qurbaniyên tawanên qaşo Dewleta Îslamî ya DAIŞê yên li Iraq û Sûriyê ditewîne.”

Di pêşniyaznameya partiyên Almanyayê de hatiye nivîsandin, ku armanca DAIŞê ew bûye ku civaka Êzidî bi temamî ji nav bibe.

Parlamenterê Yekîtiya Demokratên Kirîstiyan Michael Brand ji DW re ragihandiye: “Girîng e, ku Almanya ji bilî naskirina komkujiyê piştevaniyê bide lêpirsîna tawanên dîrokî û di asta netewî û navdewletî de ji bo parastina çand û ola Êzdiyan bixebite.”

Havîna par daxwaznameyek bo Parlamentoya Federal a Almanyayê hatibû pêşkêşkirin û daxwaz hatibû kirin, ku tawanên li dijî Êzidiyan wek komkujî bên qebûlkirin.

Komkujiya Şingalê

Çekdarên DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an êrîşî ser Şingalê kirin û bi sedan hezar Kurdên Êzidî koçber bûn û bi sedan jî şehîd bûn û bi hezaran kes jî windayî man.

Di êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê de nêzîkî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin kuştin û 3 hezar 548 jin û 2 hezar 869 mêr bi tevahî 6 hezar 417 kes hatin revandin. Heta niha ji wan kesên revandî hezar û 207 jin, hezar û 51 zarokên keç, 339 mêr û 957 zarokên kur bi tevahî 3 hezar û 554 kes hatine rizgarkirin. Çarenivîsa yên din heta niha ne diyar e.

Herwiha 2 hezar û 745 zarok bê dê û bav mane, ku dê û bavê wan ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin. Heta niha 83 gorên komî yên Êzidiyan hatine dîtin.

Tenê 20% ji xelkê vegeriyane Şingalê. Piraniya wan li 14 kampên sînorê Duhokê dijîn. Li derveyî welat jî, li Almanyayê piraniya wan penaber in.

Şingal 13.10.2015an, bi operasyona Pêşmergeyan ji destê DAIŞê hat derxistin û kontrol kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst