Daxwaza destjikarkişandina Boris Johnson tê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber binpêkirina tedbîrên xweparêziyê, dost û neyarên Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson daxwaza îstîfaya wî dikin.

Dost û neyarên Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson hatine ser xetê û daxwaza destjikarkişandina wî dikin.

Ew jî ber ku 20ê Gulana 2020an, dema bi milyonan xelkê Brîtanyayê di jêr qedexeya çûn û hatinê de bûn û nikarîbûn serdana hezkiriyên xwe li nexweşxaneyan bikin ku li ber mirinê bûn, Serokwezîrê wan li cihê kar Downing Street, ligel çend hevkarên xwe beşdarî ahengekê bûne. Boris Johnson çû parlamentoyê, daxwaza lêborînê kir û got, wî wiha zaniye civîneke hikûmetê bûye ne aheng.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dibêje: “Rêzdar Serokê Parlamentoyê, ez dixwazim daxwaza lêborînê bikim. Ez dizanim bi milyonan kes li seranserê vî welatî qubaniyên heta bibêjî mezin dane di dema 18 mehên borî de. Ji wê êşê fam dikim ku têre derbas bûn, ku nikarîn şîniyê bo kesûkarên xwe deynin, nikarîne wek dixwazin bijîn an wan tiştan bikin ku hez jê dikin. Ji wê aciziyê jî fam dikim ku li beramber min û hikûmetê heye ku ez serkirdayetiya wê dikim, dema dema em difikirin di nav Downing Street bi xwe de yasa ji aliyê wan kesan ve baş nayên peyrewkirin ku ew bi xwe yasayan dideynin.”

Vê axaftina Boris Johnson ti bandor li serkirdeyê Partiya Kar a opozisyonê Keir Starmer nekir. Starmer û endamên din ên opozisyonê Boris Johnson bi yasaşikên, derewkirin û xirab bikaranîna postê xwe tohmetbar dikin.

Serkirdeyê Partiya Kar a Brîtanyayê Keir Starmer jî got: “Waye dibînin! Piştî çendîn meh fêlkirin û xapandin, dîmenê şermezarker û zilamekî derket ku ji rê derketiye. Xweparastina wî ku dibêje nizaniye ew aheng bûye, hewqasî vala ye ku ya rast dibe sedema acizkirina xelkê Brîtanyayê. Di dawî de neçar bû li tiştekî mikur bê ku hemû kesî dizanî, ew jî ew bû, dema hemû welat di jêr qedexeya çûn û hatinê de bû, serokwezîr li Downing Street bi şahî û vexwarinê ve mijûl bû. Gelo karê rast dike û îstîfa dike yan na?.”

Partiya Parêzgaran ku Boris Johnson bi xwe serkirdayetiya wê dike, bi 80 kursiyan piraniya Encûmena Nûnerên Brîtanyayê di destê wê de ye, ev jî têr dike ku her pêngaveke opozisyonê bo dûrxistina serokwezîr vala derxîne. Lê wiha xuya ye pirsgirêka Boris Johnson wiha bi dawî nabe, ji ber hejmarek endamên partiya wî jî jê nîgeran in. Serokê Şaxa Partiya Parêzgaran li Scotlandê Douglas Ross, daxwazê ji Johnson dike ku dest ji serkirdayetîkirina partiya xwe berde.

Serokê Şaxa Partiya Parêzgaran li Scotlandê Douglas Ross jî got: “Bawer nakim wek serkirdeyê Partiya Parêzgaran û Serokwezîr berdewam bî, dema daxwazê ji xelkê dike ku pêbendê yasa û tedbîrên hikûmetê bin, di demekê de bawer nakim wî bi xwe ew kar kiribe.”

Bi tohmeta binpêkirina tedbîran, lêkolîna ligel Boris Johnson destpê kiriye û wî jî ragihandiye ku encam her çi be, amade ye berpirsyariya wê werbigire.