Xwendekara Kurd li Almanyayê Xelata Zanyarên Genc a 2020an wergirt

Hewlêr (Rûdaw) – Xwendekara Kurd Esra li Almanyayê xelata bi navê “Xelata Zanyarê/a Genc a Salê” ya her sal ji aliyê Komeleya Psîkofîzyolojiyê ve tê dayîn wergirt.

Xwendekara xelka Mûşê ya Bakurê Kurdistanê Esra Al, ku wek yekemîna Beşa Genetîk û Biyolojiya Molekûler li Zanîngeha Bilkentê derçûye, bi xebatên xwe yên ser psîkofîzyolojikê, Xelata Zanyara Genc a 2020an li Almanyayê wergirt.

Esra Al niha li Enstîtuya Max Planck a Zanistê Mejî û Mirovên Kongnîtîv xebatên xwe berdewam dike û herwiha ji bo doktoraya  beşa norolojî li Dibistana Mejî û Zêhnê ya Berlînê namzed e.

Esra Al ligel hempîşeyên xwe du mekanîzma diyar kirin ku qelbê mirov çawa bandorê li ser mejî û têgihiştinê dike.

Li ser vê xebata xwe xwendekara Kurd Xelata Zanyara Genc a 2020an li Almanyayê wergirt.

Derbarê xelatê de Esra Al got ku ew xelat hersal ji aliyê Komeleya Psîkofîzyolojiyê ya Alman ve tê dayîn.