Pompeo dibêje Îran bûye baregeha nû ya Qaideyê û Zerîf red dike

13-01-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka Mike Pompeo Îran Qaide
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bêyî ku ti belgeyeke bihêz nîşan bide, di daxuyaniyekê de ragihand, Îran bûye baregeha nû ya Qaideyê. Pompeo herwiha Îran bi wê yekê tometbar kir, ku destê wê di êrişên 11ê Îlonê de yên bo ser herdu burcên bazirganî li New Yorkê hebûye.

Mike Pompeo roja Sêşemê ev yek aşkere kir û diyar kir, dema 30 salî ye, pêwendî di navbera Îran û Qaideyê de heye û di bûyerên 11 Îlonê de, Îranê bi rêya rahênankirin bi endamên wê rêkxistinê, alîkariya rêkxistina Osame Bin Ladin kiriye.

Pompeo got: Îranê pere û passport dane berpirsên Qaideyê û Qaide jî kar ji bo parastina Îranê dike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha Îran bi Efxanistana nû bo Qaideyê bi nav kir.

Axaftinên Pompeo rastî berteka tund a Îranê hat û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf daxuyaniya Pompeo ya derbarê welatê xwe de red kir û got, bi wan axaftinan “nikarin ti kesî bixapînin”.

Zerîf ragihand: “Hemû terorîstên 11 Îlonê xelkê welatên dilxwazê Mike Pompeo li Rojhilata Navîn bûn, ti kesek ji wan ne xelkê Îranê bûn.”

Di dema serokatiya Donald Trump de, Amerîkayê siyaseta guvaşa herî zêde li hember Îranê cîbicî kir û gelek siza û dorpêçên aborî bi ser wî welatî de sepandin. Amerîkayê herwiha di çarçoveya wan sizayan de, Supaya Pasdaran a Îranê jî xistiye nav lîsteya terorê.

Wezîrê Drve yê Amerîkayê amaje bi bandora sizayên welatê xwe li ser Îranê jî kiriye û daye xuyakirin, ji ber wan sizayan budceya serbazî ya Îranê bo îsal bi rêjeya %24 hatiye kêmkirin. Bi gotina Pompeo, herwiha zêdetir ji 1500 kesayetî û aliyên Îranî hatine sizadan û wan kariye 70 milyar dolar zirarê bigihînin Îranê.

Mike Pompeo ku pêştir Rêveberê Saziya Istixbarata Amerîkayê (CIA) bû, di Cotmeha 2017an de ragihandibû, “Îraniyan çend caran li gel rêxistina Qaideyê kar kirine.”

Di Mijara 2020an de jî rojanameya New York Times belav kiribû, Ebû Mihemed Misrî ku ser bi Qaideyê ve bû û bi wê yekê dihat tometbarkirin ku di êrişên bo ser du balyozxaneyên Amerîkayê yên li Afrîqayê de alîkarî kiriye, di operasyonekê de ji aliyê Îsraîlê ve li nav Îranê hatiye kuştin.

Îranê wê demê ew raport red kir û ragihand, ti “terorîsteke Qaideyê” li axa wê tune ye.

Mike Pompeo derbarê kuştina Ebû Mihemed Misrî de ragihand, cara yekem e ku ew radigihîne, Misrî di 7ê Tebaxa 2020an de hatiye kuştin û tekez kir, çûna wî bo Îranê “cihê matmayînê nîne.”

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst