Li Yunanîstanê hikûmeta hevpeymanî bi dawî dibe

13-01-2019
RÛDAW
Nîşan Yûnanistan Hikûmet Hevpeyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Yûnanîstanê û Serokê Partiya Yunanên Serbixwe Panos Kammenos, ragihand ku ji hikûmeta hevpeymanî ya Yûnanîstanê vedikişin.

 

Serokê Partiya Yunanên Serbixwe Panos Kammenos piştî civîneke nîv saetî ligel Serokwezîrê Yunanîstanê Aleksis Çipras, li ber avahiya serokwezîrtiyê ji rojnamevanan re axifî.


Kammenos, bi bîr xist ku 4 sal e bi beşdarbûna nav "hikûmeta yekîtiya millî" welat ji memorandûman (nota) derxistine û got: "Lê di mijara navê Makedonyayê de min ji Serokwezîr re got ku êdî ev hevkariya me berdewam nabe. Em nikarin di nav hikûmetê de bimînin."


Kammenos, ji bo hevkariyê spasiya Serokwezîr kir û got: "Yunanên Serbixwe ji hikûmetê cuda dibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst