Paşeroja Rojavayê Kurdistanê dê çawa be?
New York (Rûdaw) – Piștî têkçûna rejîma Beşar Esed li Neteweyên Yekbûyî (NY) hîn jî kesek tiştekî zelal nabêje ka di nava vê rewşa nû de pêvajoyek çawa li hêviya Rojavayê Kurdistanê ye.
Di heman demê de komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike êrişî wan dikin û şandeyê taybet ê NYyê jî banga rawestandina şer û pevçûnan dike.
Di vê çarçoveyê de gelo di navbera Tirkiye û HSDyê de dê şerekî mezin deste bike û NY û Amerîka dê di navbera her du aliyan de diyalogê bidin dest pê kirin?
Şandeyê taybet ê Sûriyeyê yê NYyê Geir Pedersen bangî aliyan kir ku nakokiyên li bakurrojhilatê Sûriyeyê rawestînin.
Ji bilî vê bangê tê meraqkirin, gelo ew dê tiştekî din bike?
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got:
“Ez dizanim ku ew bi xwe û ofîsa wî bi hemû aliyên ku niha li Sûriyeyê mijûl in re di nava têkiliyê de ye.”
Amerîka jî derbarê rewşa dawî de daxuyanî da û got ku pozîsyona wan nehatiye guhertin lê di heman demê de êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê jî didomin.
Alîkarê Nûnerê Amerîkayê yê NYyê Robert Wood li ser pirsa gelo Amerîka û Tirkiye li Sûriyeyê çi qas nêzîk bi hev re dixebitin anî ziman:
“Em hevalbend û şirîkên NATOyê ne û ji ber vê yekê jî em ji nêzîk ve bi hev re kar dikin û em dê di roj, hefte û mehên pêş de jî kar bikin.
Em hemû hewl didin ku bibînin ka mesele dê li Sûriyeyê ber bi kû ve biçe û dîsa ev dem derfeteke mezin e.
Ji ber vê yekê pir girîng e ku em hemû bi hev re bixebitin, ji ber vê yekê em veguherîneke ku gelê Sûriyeyê dikare piştgiriya wê bike û nûnertiya wan dike, ne tiştekî din.”
"Li Sûriyeyê aramî heye"
Robert Wood li ser êrişên komên çekdar ên li dijî HSDyê jî got:
“Em dixwazin piştrast bikin ku niha li Sûriyeyê aramî heye. Demeke pir dijwar e.
Hûn dizanin, ev celebên şewatan dê dem bi dem çêbibin lê ya herî girîng ew e ku em hemû, hevkarên me yên sereke yên bi me re, dê hewl bidin ku rewşa aram pêk bînin.
Tiştê ku gelê Sûriyeyê bi kûrahî dixwaze û ji demek dirêj ve heye.”
Li aliyê din, ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî heta endamên Komîsyona Ewlehiyê gelek dewletên wekî Amerîka, Fransa, Brîtanya, Çîn destnîşan kir ku divê birevebiriya nû ya Sûriyeyê bi awayekî giştî be.
Ango ev hêviya wan e lê hîn jî nayê zanîn ku Kurd dê çawa di nava vê pêvajoyê de cih bigirin û li hemberî vê jî HSD hin qadên ku di destê wan de bûn winda kir.
Niha her kes merak dike rojên pêşiya me dê paşeroja Rojavayê Kurdistanê çawa be.