Hewlêr (Rûdaw) - Sarosi yek ji wan 185 hezar akinciyên Girava Caledonia ser bi Fransayê ye, ku dikeve nav Okyanûsa Aram, beşdarî referandûma taybet bi serxwebûna giravê ji Fransayê û dawîbûna desthilata zêdeyî 160 salan a Fransiyan dibe. Piranya xelkê wê naxwazin ji bin desthila Firansayê derekevin. Emmanuel Macron dilxweş bi vê encamê û got, niha Fransa ciwantire.
Di 12-12-2021ê de, xelkê Caledoniayê beşdarî sêyemîn referandûma serxwebûna girava xwe dibin û pirsa li ser kerta dengdanê dibêje: "Gelo bi nerîna te baş e Caledoniya bibe welatekî serbixwe û xwedî serweriya temam?" Civaka Caledonia bi ser du aliyan erê û nexêr de dabeş bûye ku rêjeya wan nêzîkê hev e.
Nişteciha Caledonia Monique Sione got "Belê em beşdar dibin û dengê nexêr didin, em naxwazin ji Fransayê cuda bibin, piştî lêborînê vê gotinê dibêjim, ev çend sal in em ligel hev dijîn û hêvîdar im em ligel Fransayê bimînin, eger dengê belê serkeftî bû, divê em vir bicîh bihêlin."
Niştecihê Caledonia Jean-Pierre Wadra diyar kir "Ez naxwazim beşdarî vê dengdanê bibim, ji ber baweriya min bi encama vê referandûmê nîne."
Referandûma sêyem a cudabûna Caledoniayê piştî du referandûmên din tê kirin, yekem di sala 2018an de bû, ku nêzîka %57an dijî cudabûnê deng dabûn, ya duyem di sala 2020ê de bû ku kêmî %54an dijî cudabûnê bûn.
Herçiqas datayên herdû referandûmên borî pêşan didin ku parsenga terazûyê di berjewendiya alîgirên serxwebûnê de ye, lê piraniya alîgirên serxwebûnê ev referandûm baykot kirine, bi nerîna wan şert û merc û derfet bo vê referandûmê ne guncav in û daxwaza paşxistina wê bo sala 2023an kiribûn lê ev daxwaz bi bandora Fransiyan nehat cîbicîhkirin.
Niştecihê Caledonia Robert ragihand "Em di şînê de ne, roja 12-12an taybet bi referandûmê, em qurbaniyên xwe bibîr tînin, em di şînê de ne."
Hejmara akinciyên Caledonia nêzîka 270 hezar kes in, zêdeyî %42ê akinciyên vê giravê resen in ku wek Canac tên naskirin, %37ê wan jî neviyên Fransî ne ku wek Caldosh tên binavkirn, %21ê akinciyên din ji neviyên asayî û Erebên Efrîqayê ne ku ev çend sal in li vê giravê bicîh bûne.
Di salên heştiyên sedsala borî de, pirsgirêk di navbera Canacên resen û Caldoshên hawirdekirî de derket û di encama tundûtîjiyê de çend Canac bûn qurbanî. Piştre herdû aliyan girêbesta Matinion kirin û di sala 1998an de rêkeftina bi navê Nompa îmze kirin, ku tê de rêkeftin li ser qonaxeke veguhêz bo dema 20 salan û pêkanîna sê referandûmên serxwebûna girava Caledoniayê hat kirin.
Ligel zêdebûna serdestiya Çînê li navçeya başûrê rojhilatê Asyayê û Okyanûsa Aram, girîngiya pêgehê Girava Caledonia di warê cografya û samanê xwezayî zêdetir bû, niha hevrikiya Parîs û Pekînê li ser wî rûberê ku nêzîka 19 hezar kîlometre duca ye xurtir bûye.
Di giştpirsiyê de dengên Na biserketin
Xelkê girava Caledonia di giştpirsiya serxwebûnê de, bi Nexêr deng da. Piranya xelkê wê naxwazin ji bin desthila Fransayê derekevin. Emmanuel Macron dilxweş bi vê encamê û got, niha Fransa ciwantire.
Rêjeyeke kêm ya xelkê di dengdana bo serbexweyê da beşdarbûn, şêniyên Caledonia nexwestin ji Fransayê cûda bibin û bi Na deng dan.
Alîgirên cûdabûnê dengdan boykotkiribûn ji ber ku bi nerîna wan kempîneke adilane ya bangeşeyê nebû.
Ev sêyemîn giştpirsiye ku li gor rêketina Nomia tê kirin, her 3 caran jî bi Nexêr dawî bû. Di du giştpirsiyên berî niha de dengê ne %56.7 û %53.3 bûn.
Li gorî amarên xwecihî %84 a dengdan hatine cûdakirin ku %96 dengê NA serkeftiye, Ev dengdan qonaxa dawiyê ya proseya serxwebûna wê herêmê bû ku serkeftin bidest nexist,
Di vê dengdanê de 307 navendên dengdanê hebûn, ku deriyê wan demjimêr 7 sibehê bi dema Fransa hatin vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse