Senatorê Amerîkî bo Tirkiyê: Êdî em gihîştin dawiya rê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Encûmena Peywendiyên Derve li Senatoya Amerîkayê Jim Risch li ser kirîna sîstema moşekî S-400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyê ragihand ku wan gelek sebir kiriye, lê êdî ew gihîştine dawiya rê û helwesta Amerîkayê dê li hemberî wê yekê hebe.

Serokê Encûmena Peywendiyên Derve li Senatoya Amerîkayê Jim Risch diyar kir ku wan di hevdîtina li Koşka Spî de bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan planek pêşkeş kirine ku xwe ji nav “çirava” ketinê rizgar bikin, lê Tirkiyê ya xwe kiriye.

Jim Risch ku yek ji wan senetoran bû di 13 Mijdarê de ligel Erdogan civiya ye, dibêje : “Ev zêdeyî salekê em ji berpirsên Tirkiyê re dibêjin dest ji sîstema moşekî S-400 a Rûsî berdin, eger hûn dest jê bernedin em dê we siza bikin. Daxuyaniyên Erdogan ên derbarê vê yekê de ez matmayî kirim.”

Risch da zanîn ku wan ji bo Tirkiye ji wê biryara xwe vegere gelek sebir kiriye, lê êdî em gihîştin dawiya rê û got: “Tirkiyê daxwaza 115 firokeyên F-35 kirite. Ji wan 5 amade ne û pereyê wan jî hate dayîn. Heta sîstema moşekî S-400 li Tirkiyê hebe, ev firoke dê ji Amerîkayê dernekevin.”

Dorpêç û sizayên nû

Piştî hevdîtina Trump û Erdogan, Senator Risch hewldanên bo dorpêçên dijî Tirkiyê rawestandibû, lê piştî ku Tirkiyê ragihand ku ew dê dest ji kirîna sîstema moşekî S-400 a Rûsî bernedin, biryar da ku derbarê Tirkiyê dorpêç û sizayên nû amade bike.

Projeya bi navê “Handana Ewlekariya Niştîmanî ya Amerîkayê û Bergiriya li hemberî geşbûna DAIŞê” sizakirina Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê û çend berpirsên din ên welatî û qedexekirina  bikaranîna çekên Amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve li Sûriyê lixwe digire.

Ev yek di demekş de ye ku ji ber êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha kirîna sîstema moşekî S-400  a Rûsî ji aliyê wî welatî ve, Komîsyona Peywendiyên Derve ya Encûmena Pîran a Amerîkayê deng li ser sepandina sizayan bi ser Tirkiyê de da.

Di wê dengdanê de 18 endamên komîsyonê, bi ‘erê’ bo sepandina siza bi ser Tirkiyê de deng dan û 4 kesan jî bo sepandina sizayan bo ser Tirkiyê dengê, ‘nexêr’ dan.

Di wê projeyê de çendîn xal hene ku eger bên cîbicîkirin, karîgeriyeke mezin li ser Tirkiyê pêk tînin. Ji wan xalan jî sepandina siza bi ser wan berpirsên Enqerê dE ku di êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê  Kurdistanê rola wan heye. Herwiha sepandina siza bi ser aborî û pîşesaziya Tirkiyê de ji xalên girîng ên wê projeyê ne.