Li Brîtanyayê 3 Kurd namzedên parlamenteriyê ne

12-12-2019
Kurdistan Hesen
-
-
Nîşan Brîtanya
A+ A-

London (Rûdaw) - Îro Pêncşemê hilbijartina pêşwext li Brîtanyayê birêve diçe. Di hilbijartinên vê carê de 3,322 berbijar hevrikiyê li ser 650 kursiyên parlamentoyê dikin ku 3 ji wan berbijêran Kurd in.

Serkirdeyên partiyên siyasî li Brîtanyayê roja xwe ya dawiyê bi coşeke mezin birêve birin. Serokwezîr û Serokê Partiya Parêzgaran (Muhafizekaran), Boris Johnson li bakurê Brîtranya şîr û şerbet da welatiyan.

Serokê Partiya Karkeran (Labour Party), Jeremy Corbyn jî li Glasko ragihand, ew dê dawiyê li siyasetên xirab ên aborî bînin.

Herwiha Serokê Partiya Lîbral Demokrat jî dibêje, ew giraniyê didn wan navçeyên ku li dijî Brexitê deng dane.

Di nava 4 salan de ev dibe cara sêyem ku hilbijartin li Brîtanyayê tên lidarixstin. Di hilbijartina vê carê de tê çaverêkirin ku çarenivîsa Brexitê bê yekalîkirin.

Rikeberiya serekî jî di navbera Partiya Muhafizekaran a desthilatdar û Partiya Karkeran (Labour Party) de ye, eger Partiya Muhafizekaran piraniyê bidest bixe, Brîtanya dê ji Yekîtiya Ewropayê derkeve, lê eger Partiya Karkeran serkevtî be, bi egereke zêde dê referandumek din li ser vekişîna ji YEyê li Brîtanyayê bê lidarxistin.

Nedîm Zehawî berbijêrekî Kurd ê hilbijartinên parlemanî li Brîtanyayê ye ku li bajarê Stratfordê û li ser lîsta Partiya Desthilatdar a Muhafizekar bûye namzed.

Stratford bajarekî 30 hezar kesî ye ku ji bilî Nedîm Zehawî yê Kurd, 3 kesên din jî li vî bajarî berbijêr in û Zehawî divê rikeberiyê li gel wan bike.

Nedîm Zehawî dibêje: “Hêvî dikim xelkê Stratfordê deng bidin min, çimku min wek parlamenterê vê navçeyê karên ciddî kirine bo kêşeyên rêyan û plandanînê, kêşeya xwandinê û xaniyan û jîngehê. Tekez kêşeya bazirganiyên biçûk jî, di vê baweriyê de me ku xelkê wê derê vê yekê dizanin û pêzanîna wan heye.”

Feryal Clark kurdeka Bakurê Kurdistanê ye û  li ser lîsta Partiya Labour ango Partiya Kar bûye berbijar.

Feryal dibêje: “Bi Rêya Rûdawê daxwaz dikim, ewên li Rûdawê dinêrin yan rojnameya Rûdawê dixwînin, li 12 vê mehê bila biçin dengê xwe bi Labour bidin, ev hilbijartin gelekî giringin dê biryarê li ser paşeroja nivşê me bide, ji ber vê yekê deng bi Labour bidin.”

Ibrahîm Doguş jî kurdekî Bakurê Kurdistanê ye ku ew jî li ser lîsta Partiya Kar (Labour) kandîd e. Doguş jî ji Rûdawê re dibêje:Di van hilnijartinan de me bi hêz karkiye ji bo parastina xizmetguzariyên niştîmanî Tendirûstî ku çavê me hemiyan li vê yekê ye û em pişta xwe pê girê didin, Parta Leyber hertim bo komonîtiyan li seranserî Berîtaniya ji bo prsên navdewletî jî başbûye.”

Di vê hilbijartina pêşwext a li Brîtanyayê de, 3,322 kes bûne berbijêr ku tenê 3 kes ji wan Kurd in.

Kandîdên Kurd ji bo ku serbikevin û bibin parlamenter, pêwîstiya wan bi 22 hezar dengan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst