Galeriya wêneyan

12-12-2017
19 Photos
RÛDAW

Rûdaw – AFP

 

Îro civîna lûtkeya seqayê ya cîhanî li Parîs a paytexta Fransayê dest pê kir, ku bi dehan serok, serokwezîr û wezîrên derve yên welatên cîhanî û çendîn kesatiyên cîhanî têde beşdar bûne.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elyseeyê pêşwazî li serok û serokwezîrên welatan kir. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî bo amadebûna di vê civîna lûtkeya cîhanî de serdana Fransayê kiriye.

Di lûtkeya Parîsê de 50 serok û serokwezîr û zêdetirî 130 wezîr û sedan rêxstinên nehikûmî, bazirgan, pispor û kesatiyên cîhanî beşdar bûne.

Lûtkeya Seqayê ya li Parîsê di bin navnîşana Lûtkeya Yek Hesare hatiye sazkirin û armanc ji civînê rûbirûbûna astengiyên li ber rewşa seqayê û jîngehê û di serî de jî zêdebûna pileya germiya hewayê li hesareya zewî hatiye ragihandin.

Beşdarbûyên vê lûtkeyê herwiha dê kar ji bo çalakkirina biryarên Rêkevtina Navdewletiya Seqayê ya Parîsê bikin, bi taybet ku niha Amerîka ji vê rêkevtinê vekişiyaye.

Li gorî daxuyaniyê destpêkirina lûtkeyê, acendaya lûtkeya Parîsê  ev e ku çar civîn bi roj werin encamdan û bi şev jî tê çaverêkirin, ku çend biryar derbarê rewşa cîhanî ya seqayê de werin dan. Herwiha biryar e derbarê pêşkêşkirina alîkariyên darayî yên ji aliyê welat û aliyên beşdarên civînê bo baştirkirina rewşa seqayê de jî bihên dan.

Roja 12-12-2015ê de, li Parîsê civîna lûtkeya cîhanî ya seqayê hatibû kirin û têde 196 welatan rêkevtina Parîsê ya derbarê seqayê de îmza kiribûn.

Amerîka ku yek ji welatên sereke bû ku rêkevtina Parîsê îmza kiribû, piştî destbikarbûna Donald Trump weke serokê wî welatî, ji  wê rêkevtinê vekişiya.