Hîcab: Ji xelkê re şêr in û ji DAIŞê re mişk

12-12-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Fransa Sûriye DAIŞ
A+ A-

Parîs (Rûdaw) – Koordînatorê Giştî yê Desteya Bilind a Danûstandinên Sûriyê Riyad Hîcab bi tundî  hikûmeta Sûriyê rexne kir û îdîakir ku li Helebê komkujî hatiye kirin.

 

Îro li Parîsê Koordînatorê Giştî yê Desteya Bilind a Danûstandinên Sûriyê Riyad Hîcab ligel Serokomarê Fransayê Fransua Hollande civiya.

 

Piştî civînê herdû alîyan konferanseke rojnamevanî lidarxistin û Serokê Fransa ragihand, ku ew piştgîriya mûxalefeta demokratîk a Sûriyê dikin û wê di piştgîriya xwe de berdewam bin.

 

Di derbarê Reqayê de jî Hollande eşkere kir, ku divê hewlên xwe bidin ku hêzên li ser erdê, Reqa ji destê DAIŞê derbixin.

 

Hollande got; “Bê çareseriya siyas, bê biryarên civaka navneteweyî, çareserî tine. Ez dixwazim piştgîriya xwe ji bo mûxalefeta Sûriyê ya demokrat nîşan bidim ku bi rastî ew demokratîk e û Fransa piştgîriya vê mûxalefetê dike. Ti pêwendiya wê bi rêxistinên radîka re tine ye. Ev propagendeya rêjîm û hevpeymanên wê ne. Mûxalefet şerê grûpên radîkal ên weke DAIŞ û Bereya Nûsre dike. Divê em alîkariya wan bikin. Divê em şerê DAIŞê bikin û wan paşde vedigerin. Divê em kar bin ji bo ku Reqa were rizgar.”

 

Herweha Riyad Hîcab jî da zanîn, ku divê bombebarankirina Helebê were rawestandin û korîdor ji bo gihandina alîkariyan bo xelkê sivîl werin vekirin.

 

Di derbarê Reqayê de jî Hîcab eşkere kir, ku ji bo rizgarkirina Reqayê hêzên wan di çarçoveya Mertala Firat de li dijî DAIŞê pêşde çûne û gelek navçe ji destê wê rêxistinê derxistine.

 

Koordînatorê Giştî yê Desteya Bilind a Danûstandinên Sûriyê Riyad Hîcab got; “Li Heleb, Himis û Hemayê karesatên mirovî pêktên. Li Helebê artêşa rejîmê komkujî pêk aniye. Li hember xelkê medenî weke şêran in û li Tedmûrê jî li hember DAIŞê weke mişkan direvin. Terorîzm nexweşiyeke dijwar e û em şerê wê dikin. Lewma em şerê DAIŞê û hêzên din dikin.

 

Derbarê hatine mîlîsên şîe ji bo nav şerê Sûriyê jî Hîcab ragihand; “Heşda şîe hatine şerê mezhebî dikin. Rejîma Sûriyê daxwaz ji şîeyên Iraqê kiriye beşdarê şerê navxwe yê Sûriyê bibin. Ew jî eşkere dikin, ku dê piştî Mûsilê bêne Sûriyê. Ev yek jî ji aliyê Îranê ve tê kirin.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst