Trump şêwirmendê ewlehiya neteweyî tayîn kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wî Michael Waltz wekî Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê tayîn kir.

47emîn Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku wî fermander û siyasetmedar Michael Waltz wekî Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê tayîn kir.

Donald Trump Michael Waltz wekî "bazê" siyaseta derve bi nav kir.

Michael Woltz 50 salan di artêşa Amerîkayê de fermander bûye.

Her wiha sala 2018an ji Partiya Komarî bû endamê Kongreya Amerîkayê.

Trump pesnê Waltz jî da û ew wekî "pisporê tehdîdên Çîn, Rûsya, Îran û terorê" yên li ser Amerîkayê bi nav kir.

Waltz çend caran Çînê wekî gefeke "derveyî” ya li ser Amerîkayê destnîşan kiriye.

Michael Waltz her wiha kampanyaya Amerîkayê ya ji bo Ukraynayê jî wekî “dînîtî” şîrove dikir.

Di hilbijartinên Amerîkayê de, Trumpê namzedê Komariyan 277 delege bi dest xistin û bû 47emîn Serokê Amerîkayê.

Donald Trump dê 20ê Kanûna Paşîn a 2025an bi awayekî fermî sond bixwe û dest bi erkê xwe bike.