Trump şêwirmendê ewlehiya neteweyî tayîn kir

12-11-2024
RÛDAW
Nîşan Michael Waltz Donald Trump Çîn Îran Rûsya Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump diyar kir ku wî Michael Waltz wekî Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê tayîn kiriye.

Serokê Amerîkayê yê 47emîn Donald Trump da zanîn ku wî fermandar û siyasetmedar Michael Waltz wekî Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê tayîn kiriye.

Donald Trump Michael Waltz wekî "bazê" siyaseta derve bi nav kir.

Michael Waltz zêdetirî 26 salan di artêşa Amerîkayê de xizmet kiriye.

Her wiha sala 2018an ji Partiya Komarî bû endamê Kongreya Amerîkayê.

Trump pesnê Waltz jî da û ew wekî "pisporê tehdîdên Çîn, Rûsya, Îran û terorê" yên li ser Amerîkayê bi nav kir.

Waltz çend caran Çîn wekî gefeke "derveyî” ya li ser Amerîkayê destnîşan kiriye.

Michael Waltz her wiha kampanyaya Amerîkayê ya ji bo Ukraynayê jî wekî “dînîtî”yê şîrove dikir.

Trumpê namzedê Komariyan di hilbijartinên Amerîkayê de 277 delege bi dest xistin û bû Serokê 47emîn ê Amerîkayê.

Donald Trump dê 20ê Kanûna Paşîn a 2025an bi awayekî fermî sond bixwe û dest bi erkê xwe bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst