COP29: Nêçîrvan Barzanî li Bakuyê ye

15 demjimêr berê
Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Îlham Aliyev COP29 Baku Azerbeycan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bakuyê ye û beşdarî COP29ê dibe.

Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) li Bakuyê tê lidarxistin.

Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev doh çû Bakuyê.

Serokê Herêma Kurdistanê îro li cihê konferansê ji aliyê Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ve hat pêşwazîkirin.

COP29ê îro dest pê kir û dê heta 22yê mehê berdewam bike.

Tê pêşbînkirin ku Nêçîrvan Barzanî heta 15ê mehê li konferansê be.

Armanca sereke ya konferansê ew e ku di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê û rêlibergirtina germbûna gerdûnê lihevkirinek pêk were.

Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku beşdarî û amadebûna Nêçîrvan Barzanî ya li COP29ê giraniya Herêma Kurdistanê nîşan dide.

“Em dixwazin dengê xwe bidin bihîstin”

Felah Mistefa da zanîn ku Herêma Kurdistanê dixwaze bi rêya van organîzasyonan dengê xwe bide bihîstin û got:

“Herêma Kurdistanê wekî pêkhateyeke rewa û destûrî bi hevahengî li gel Bexdayê tevdigere, ev jî tê wê wateyê ku Îraq xwedî sîstemeke federal e.

Ji ber vê yekê em dixwazin di mijarên wiha yên cîhanî de dengê xwe bidin bihîstin.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab jî diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî dê tevî serok serokwezîrên welatan beşdarî merasîma vekirina konferansê bibe û li ser pirsgirêkên jîngehê û pirsgirêk û encamên guherîna avhewayê gotûbêjan bike.

Nêçîrvan Barzanî sala 2023yan tevlî COP28ê jî bûbû.

Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokê Îmarata Erebiyê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan 30ê Çiriya Paşîn çûbû Dubaiyê û tevlî COP28ê bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst