Mîrê Swêdê jineke Kurd xelat kir

Hewlêr (Rûdaw) – Civaknas û nivîskara Kurd Gulistan Kavakê, ji Mîrê Swêdê Xelata Dîsleksiyê ya 2023yan wergirt.

Gulistan Kavak bi eslê xwe ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye lê ew li Swêdê ji dayîk bûye û niha li wê derê dijî.

Gulistan Kavak van rojan bi wergirtina xelatekê ji aliyê malbata Mîrê Swêdê ve ketiye rojevê.

Pirsgirêkeke tenduristiyê heye ku jê re dibêjin dîsleksî ango zehmetiya fêrbûnê.

Zekaya wan temam e lê di fêrbûna zimanan, xwendin û nivîsandinê de zehmetiyê dibînin.

Gulistan Kavak jî yek ji wan e lê ew keseke gelekî çalak e.

Kavak li Stockholmê li Lidingoyê wekî şêwirmend kar dike û wê heta niha li ser nezanîna xwendin û nivîsandinê du pirtûk nivîsandine.

Du pirtûk nivîsandine

Pirtûka wê ya yekem bi navê "Analfabetîzm"ê ye û li ser astengiyên nezanîna xwendin û nivîsandinê ye.

Pirtûka wê ya dawî jî ji bo zarokan e û bi navê "Dayika Min Nikare Bixwîne û Binivîse" (Min mamma kan inke läs and scriar) ye.

Gulistan Kavak ji ber xebatên xwe yên ji bo hişyarkirina nexwendewarî û dîsleksiyê hêjayî Xelata Dîsleksiyê ya 2023yan hat dîtin.

Xelat ji destê Mîrê Swêdê wergirt

Çalakvanê Kurd  6ê Çiriya Pêşînê li Stockholmê di merasîmeke taybet de xelat ji destê Mîrê Swêdê Prens Carl Philip wergirt.

Ew xelat ji hêla Komeleya Dîsleksiyê û Oribiyê ve bi hevbeşî tê dayîn.

Mîrê Swêdê Prens Carl Philip damezrînerê Komeleya Dîsleksiyê ye û bi wî re jî dîsleksî heye.

Gulistan Kavak bû mêvanê bernameya Diyasporayê ya Rûdawê ku ji aliyê Hêmin Edullah ve tê pêşkêşkirin.

Li Swêdê ji dayîk bûye û li wir fêrî Kurdî bûye

Di bernameyê de, Gulistan Kavakê diyar kir ku malbata wê sala 1989an ji navçeya Nisêbînê koçî Swêdê kiriye û ew li vir ji dayik bûye.

Kavakê got, “Dê û bavê min li malê her tim bi kurdî diaxivîn. Ez jî ji wan fêrî Kurdî bûm. Min li muzîka Kurdî guhdarî dikir.

Min herwiha hefteyê carekê dersa Kurdî werdigirt, bi vî awayî ez fêrî Kurdî bûm."

Pirtûka wê dê li dibistanan wekî ders were xwendin

Kavakê herwiha da zanîn ku ew niha pirtûka xwe ya sêyemîn dinivîse û got:

“Ev pirtûk li ser zererên tundiya fizîkî û derûnî ye ku li dijî zarokan tê bikaranîn. Ev pirtûkdê li dibistanan wekî ders bê xwendin."