OECD: Tirkiyê rûbirûyê bertîlê nabe

12-11-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye OECD Bertîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gruba Kar a Bertîlê ser bi Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborî (OECD) ragihand ku Tirkiye rûbirûyê bertîlê nabe û divê heta Adara 2023an rapora bilez a pêşveçûnê amade bike û dibe heta wê demê grup tedbîran werbigre.

Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborî (OECD) rapora xwe ya bertîlê ya welatan eşkere kir. Rêxistina navborî ji ber Tirkiyê di warî rûbirûbûna bertîlê de ti gav neavêtine rexne dike û dibêje divê bilez bikeve tevgerê.

Di raporê de amaje bi wê yekê tê kirin ku piştî sala 2014an bi taybetî di warê trafîka bertîlan de ji derve bo nav Tirkiyê gavên cîdî nehatine avêtin. Herwiha tê gotin: “Demeke dirêj e Tirkiye pêşniyarên derbarê berpirsiyartiyên darizandina serbixwe de neaktîv e û yasayên bertîla biyanî cîbicî nake. Ji ber vê yekê jî Gruba Kar di asta bilind de şandek bo Tirkiyê şandiye.”

38 welatên endamên OECD û Gruba Kar a Bertîlê ku ji welatên Arjantin, Brezilya, Bulgaristan, Peru, Rûsya û Efrîqaya Başur pêk tê piştî dûrxistina ji kar a hêza emnî û edlî diyar kirine ku di mijara serxwebûna darizandinê de gumana wan heye.

Tirkiye îsal di rapora pêşveçûnê ya Hinardeya Gendeliyê ya 2022ê de di kategoriya “welatên ku yasayan kêm cîbicîh dikin û qet cîbicîh nakin” de cihê xwe girtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst