Biryar hat dan dengên wîlayeta Georgia bi dest bêne hejmartin

12-11-2020
RÛDAW
Nîşan Amerîka Hilbijartinên Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsên hilbijartinê li wîlayeta Georgia ya Amerîkayê biryar dan, dengên hilbijartina serokatiya Amerîkayê li vê wîlayetê bi dest bêne hejmartin.

Sekreterê wîlayeta Georgia, Brad Rafenspriger ragihand, ew dixwazin di dawiya vê heftiyê de hejmartina dengên hilbijartina serokatiyê bi dest bikin û çaverê dikin ku heta 20ê mehê jî ev yek berdewam be.

Li wîlayeta Georgia 5 milyon kesan mafê dengdanê hebûn û berbijêrê Demokratan Joe Biden bi 14 hezar dengan li pêş Donald Trump e.

Di proseya hejmartina dengan bi dest de, destpêkê deng dê bi dest bêne cudakirin û paşê dengên her berbijêrekî dê bi amûr bêne hejmartin.

Donald Trump 217 kursiyê encûmena hilbijartinê misoger kirine, di demekê de ku Joe Biden heta niha 290 kursiyên vê encûmenê bidestxistiye û li gor encamên niha, Biden serokê hilbijartî yê Amerîkayê ye.

Pêwîstiya Trump bi 53 kursiyên din ên encûmena hilbijartinê heye, daku bikare 270 kursiyên pêwîst ji bo mana di posta serokatiyê de misoger bike.

Niha tîma kempîna Trump, li ser encamên dengên wîlayetên Gerorgia, Pennsylvania û Arîzonayê gilî tomar kirine û bi wê yekê Trump hewl dide, 47 kursiyên encûmena hilbijartinê yên wan wîlayetan ji Biden werbigire û li gel 15 kursiyên North Carolîna, hejmara kursiyên xwe bigihîne 279an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst