Karîne Reşîdova li bajarê Asseyê namzed e: 'Min gelek kar ji bo Kurdan kirine'

Dusseldorf (Rûdaw) – Karîne Reşîdova di hilbijartinên meclîsên şaredariyan ên Belçîkayê de namzeda Şaredariya bajarê Asseyê ye.

Karîne Reşîdova Kurda Sovyeta berê ye û keça malbateke navdar û rewşenbîr e ku demeke dirêj e di nav siyaseta Belçîkayê de çalak e.

Karîne Reşîdova ku gelekî kar ji bo Kurdên diyasporaya Belçîkayê kiriye, bû mêvana Diyasporayê.

Reşîdovayê li ser hilbijartinên Belçîkayê ragihand ku ew wekî namzed her roj diçe ba xelkê û ji wan re behsa girîngiya hilbijartinan dike û got:

"Em girîngiya dengdanê ji dengderên xwe re şîrove dikin û her wisa em rojane programa karkirina xwe ji xelkê re zelal dikin û ji wan re dibêjin ku hilbijartinên şaredariyên Belçîkayê pir girîng e, çimkî şaredarî rasterast girêdayî jiyana rojane ya xelkê ne.”

Reşîdovaya ku demeke dirêj e di nav siyaseta Belçîkayê de çalak e, diyar kir ku lîsteya wan bi navê Tim Borgumeisterê ye û wiha pê de çû:

"Me ji bo vê hilbijartinan hevpeymaniyek di navbera partiya me ku Partiya Xirîstiyan Demokrat e û Partiya Sosyal Demokrat de pêk aniye û lîsteya me hejmar 9 e û em 33 namzed in.

Hejmara min di lîsteyê de 15an de ye û ez ji hemû dengdêrên sînorê şaredariya xwe dixwazim ku dengê xwe bidin min.”

Karîneyê her wiha anî ziman:

"Ev 15 sal in ez di şaredariyê de dixebitim. Ez şehrezaya yasa û karkirina şaredariyan im û ezmûneke min a zêde heye.

Loma heke deng bidin me, wê demê em dikarin li ser wan xalan kar bikin ku ji bo jiyana şêniyên bajarê Asseyê girîng in."