Karîne Reşîdova li bajarê Asseyê namzed e: 'Min gelek kar ji bo Kurdan kirine'

3 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Karîne Reşîdova li bajarê Asseyê namzed / Wêne: Ji dîmenan
Karîne Reşîdova li bajarê Asseyê namzed / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Belçîka Karîne Reşîdova
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Karîne Reşîdova di hilbijartinên meclîsên şaredariyan ên Belçîkyaê de namzeda şaredariya bajarê Asseyê ye.

Karîne Reşîdova Kurda Sovyeta berê ye û keça malbateke navdar û rewşenbîr e ku demeke dirêj e di nav siyaseta Belçîkayê de çalak e.

Karîne Reşîdova ku gelekî kar ji bo Kurdên Diyasporaya Belçîkayê kiriye, bû mêvana Diyasporayê bû.

Reşîdova li ser hilbijartinên Belçîkayê ragihand ku ew wekî namzed her roj diçe ba xelkê û ji wan re behsa girîngiya hilbijartinê dike û got:

"Em girîngiya dengdanê ji dengderên xwe re şîrove dikin û her wisa em rojane programa karkirina xwe ji xelkê re zelal dikin û ji wan re dibêjin ku hilbijartina şaredariyên Belçîkayê pir girîng e, çimkî şaredarî rasterast girêdayî jiyana rojane ya xelkê ne.”

Karîne ku demeke dirêj e di nav siyaseta Belçîkayê de çalak e, diyar kir ku lîsteya wan bi navê Tim Borgumeister e û wiha pê de çû:

"Me ji bo vê hilbijartinê hevpeymaniyek di navbera partiya me ku Partiya Xirîstiyan Demokrat e û Partiya Sosyal Demokrat de pêk aniye û lîsteya me hejmar 9 e û em 33 namzed in.

Hejmara min di lîsteyê de 15 e û ez ji hemû dengderên sînorê şaredariya xwe dixwazim ku dengê xwe bidin min.”

Karîneyê got jî "Ev 15 sal in ez di şaredariyê de dixebitim. Ez şehrezaya yasa û karkirina şaredariyan im û ezmûneke min a zêde heye.

Loma heke deng bidin me, wê demê em dikarin li ser wan xalan kar bikin ku ji bo jiyana şêniyên bajarê Asseyê girîng in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst