Kurdekî li Danîmarkayê ji bo hişyarkirinê li ser madeyên hişbir kar dike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şiwan Deloyî Danîmarka Madeyên Hişbir
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Serokê Rêxistina Hevkariya Mirovahiyê Şiwan Deloyî yê li Danîmarkayê niştecih e, ji bo hişyarkirina xelkê Herêma Kurdistanê li ser madeyên hişber kar dike.

Di bîr û xeyala piraniya Kurdên diyasporayê de planek ji bo çûna Kurdistanê û xizmeta welatê yekem heye û hinekan jî ew plan kirine rastî.

Serokê Rêxistina Hevkariya Mirovahiyê Şiwan Deloyî yek ji wan e ku li Danîmarkayê dijî.

Di civaka Danîmarkî de wek diransaz serkeftî bû lê wî girîng dît ku li Kurdistanê jî xizmet bike.

Di kîjan warî de? Di gelek waran de û nemaze ji bo hişyarkirina xelkê li ser madeyên hişbir.

Şiwan Deloyî bi rêya Skype bû mêvanê bernameya Diyasporayê û li ser projeya xwe ya nû got:

"Piştî ku me di meha hezîrana a îsal de bihîst ku bikaranîna madeyên hişbir li Herêma Kurdistanê zêde bûye, me biryar da ku em bi rêya rêxistina xwe alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin bi mebesta rûbirûbûna madeyên hişbir."

Şiwan Deloyî di berdewamiya axaftina xwe de got:

"Em li gel komîteya nehiştina madeyên hişbir a Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevahengiyê dikin û me projeyek ji bo nehiştina madeyên hişbir amade kiriye ji meha 7 a îsal bi rêya panel û semîneran û em heta niha jî li ser kar berdewam in."

Her wiha Deloyî got:

"Me wekî Rêxistina OHCyê ya Hevkariya Mirovahiyê ji 2012an ve dest bi kar kir û vêga me bi sedan afîş ji bo hişyarî û metirsiyên bikaranîna madeyên hişbir ji bo hemû temen û qonaxan amade kirine û piştî hilbijartinan em dê dest bi belavkirina wan li hemû navendên xwendinê bi hemû qonaxên wan ve bikin."

“Bikaranîna madeyên hişbir li Herêma Kurdistanê belav bûye

Şiwan Deloyî eşkere kir ku bikaranîna madeyên hişbir li Herêma Kurdistanê gelekî belav bûye û tewra dest bi ser kargeheke berhemanîna madeyên hişbir de jî hatiye girtin, tevî ku gelek caran madeyên hişbir bi kîloyan tên desteserkirin.

Deloyî destnîşan kir ku ew sûdê ji tecrubeya rêxistineke Amerîkayî ya taybet bi nehiştina madeyên hişbir ku li gelek welatan kar kiriye û ezmûneke wê ya gelekî baş heye werdgirin û ew kar dikin ku wê ezmûnê bînin Herêma Kurdistanê.

Serokê Rêxistina Hevkariya Mirovahiyê got jî:

"Li Herêma Kurdistanê em bi du qonaxan kar dikin. Yekem çawaniya rûbirûbûn û pêşîlêgirtina li bikaranîna madeyên hişbir e, ya duyem jî çawaniya dermankirina tûşbûyên madeyên hişbir e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst