2 Kurd di hilbijartinên Belçîkayê de namzed in
Dusseldurf (Rûdaw) - Îro yekşemê hilbijartinên xwecihî li Belçîkayê tên kirin û 2 Kurd jî nanmzed in.
Hilbijartin ji bo meclîsên parêzgeh û şaredariyan in.
Bernameya Diyasporayê ya Rûdawê berbijêra Kurd dide nasîn.
Seyran Zawîteyî ku xelka Dihoka Başûrê Kurdistanê ye û bi salan e li Belçîkayê dijî û keça şehîdekî ye, namzeda lîsteya Xirîstiyan Demokratan e.
Seyran Zawîteyî bangî diyasporaya Kurdî ya li Belçîkayê dike ku dengê xwe bidin wê û ew jî dê xizmeta wan bike.
Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno di dema kampanyayan de çû ba wê û raporek amade kir.
Ji neteweyên cuda, bi sedema zankoya bi navûdeng a bajêr xelk li Leuvenê dijî.
Seyran Zawîteyî berî 22 salan ji Dihokê çûye bajarê Leuvenê yê Belçîkayê û ji bo meclîsa şaredariyê di hilbijartinên îro de bûye namzed.
Programa taybet a partiya xwe Xirîstiyan Demokratên Flamî û kartên xwe li ser şêniyên bajêr belav kirin.
Hejmara Kurdan li bajarê Leuvenê û derdorên wî bajarî ne zêde ye lê hinek hene û mafên wan ên dengdanê jî hene.
Seyran ji wan dixwaze ku ew dengê xwe bidin wê.
Seyrana 18 salî partiya xwe wek stûnê ragirtina terazûya civakê dibîne.
Endama Encûmena bajarê Leuvenê Rittie Pavels got:
"Niha hikûmeta bajarê Leuvenê hevpeymaniyek e ku ji 3 partiyan pêk tê.
Vorat, partiyeke sosyal e, partiya Kesk, taybet e bi jîngehê û partiya Xirîstiyan Demokratan.
Hikûmeta niha ev e. Partiya me pir girîng e, hemû guhertin û qanûnên ku ji aliyê hikûmetê ve tên derxistin, divê li gorî hemû şêniyên Leuvenê werin guncandin.”
Partiya Seyranê partiyek e ku navê Xirîstiyaniyê û demokrasiyê bi hev re hilbijartiye.
Di dema dawî de endamtî û çalakbûna Kurdan a di siyaseta welatên Ewropayê de dibe diyarde, êdî meyla li ser konservatîvan e.