2 Kurd di hilbijartinên Belçîkayê de namzed in

2 demjimêr berê
Zinar Şîno
Seyran Zawîteyî bûye li bajarekî Belçîkayê bûye namzed / Wêne: Ji dîmenan
Seyran Zawîteyî bûye li bajarekî Belçîkayê bûye namzed / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Seyran Zawîteyî Belçîka
A+ A-

Dusseldurf (Rûdaw) - Îro yekşemê hilbijartinên xwecihî li Belçîkayê tên kirin û 2 Kurd jî nanmzed in.

Hilbijartin ji bo meclîsên parêzgeh û şaredariyan in.

Bernameya Diyasporayê ya Rûdawê berbijêra Kurd dide nasîn.

Seyran Zawîteyî ku xelka Dihoka Başûrê Kurdistanê ye û bi salan e li Belçîkayê dijî û keça şehîdekî ye, namzeda lîsteya Xirîstiyan Demokratan e.

Seyran Zawîteyî bangî diyasporaya Kurd a li Belçîkayê dike ku dengê xwe bidin wê û ew jî dê xizmeta wan bike.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno di dema kampanyayan de çû ba wê û raporek amade kir.

Xelkên ji netewe û miletên cuda, bi sedema zankoya binavûdeng a bajêr li Leuvenê dijîn.

Seyran Zawîteyî berî 22 salan ji Dihokê çûye bajrê Leuvenê yê Belçîkayê û ji bo meclîsa şaredariyê di hilbijartinên îro de bûye namzed.

Programa taybet a partiya xwe Xirîstiyan Demokratên Flamî û kartên xwe li ser akinciyên bajêr belav kir.

Hejmara Kurdan li bajarê Leuvenê û derdorên wî bajarî ne zêde ye lê hinek hene û mafê wan ên dengdanî jî hene.

Seyran ji wan dixwaze ku ew dengê xwe bidin wê.

Seyrana 18 salî partiya xwe wek stûna ragirtina terazûya civakê dibîne.

Endama Encûmena Bajarê Leuvenê Rittie Pavels got:

"Niha hikûmeta bajarê Leuvenê hevpeymaniyek e ku ji 3 partiyan pêk tê.

Vorat ku partiyeke sosyal e, partiya Kesk ku taybet e bi jîngehê û partiya Xirîstiyan Demokratan.

Hikûmeta niha ev e. Em li Sedyanve dixwazin bi vî rengî berdewam bike.

Partiya me pir girîng e, hemû guhertin û qanûnên ku ji aliyê hikûmetê ve têne derxistin, divê li gorî hemû şêniyên Leuvenê werin guncandin.”

Partiya Seyranê partiyek e ku navê Xirîstiyaniyê û demokrasiyê bi hev re hilbijartiye, di dema dawî de endamtî û çalakbûna di siyaseta Kurdên li welatên Ewropayê dijîn tê ku bibe diyarde ku li şûna sosyalîst û çepan, êdî meyla konservatîvan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst