LÊKOLÎN: Sala 2050î dê cih û warên 150 milyon kesî di bin avê de bimînin

3 demjimêr berê
Dimenê peravên Okyanûsa Atlantîkê
Dimenê peravên Okyanûsa Atlantîkê
Nîşan Senegal Guherîna Keşûhewayê Okyanûsa Atlantîkê Bargny
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) Bajarê Bargnyê yê Senegalê li perava Okyanûsa Atlantîkê ye ku nifûsa wê 26 hezar e, ev bajar di bin xetereya binavbûnê de ye.

Îbrahîm Diouf ji ber bilindbûna asta avê neçar dimîne ku dîwarên mala xwe gelek caran tamîr bike lê wisa xuya ye ku êdî ev bi kêr nayê.

Welatiyê Senegalî Îbrahîm Diouf li ser metirsiya bilindbûna avê got:

“Ez dîwarê mala xwe ya ku ji ber bilindbûna asta deryayê hilweşiya ji nû ve ava dikim.”

Li gorî rêxistinên jîngehê yên bajêr, peravên okyanûsê her sal nêzîkî 2 metreyan bilind dibe.

Li gorî malpera Prevention Webê ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê birêvebirin, ji sedî 50yê xelkê bajar, bajarok û gundên Senegalê dê heta sala 2030an ji ber bilindbûna asta deryayê koçber bibin.

Senegaliyê bi navê Ndayi Yasîn Ding jî anî ziman:

“Ez ditirsim û ez bawer im ku eger çareseriyek neyê dîtin, embara min dê hilweşe.”

Li gorî pisporan ji ber guherîna avhewayê, helîna qeşayên li cemseran dibin sedema bilindbûna asta okyanûsê.

Li gorî lêkolîneke Climate Centralê heta sala 2050an, dê cih û warên 150 milyon mirovî di bin avê de bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst