Almanyayê dayîna welatînameyê hêsan kiriye

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Almanyayê kesên ku di van 3 mehên borî de serlêdana welatîbûnê kirine, piraniya wan welatiyên Îraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê ne.

Her wiha dayîna welatînameya Almanyayê jî hêsan bûye.

Tenê li Hamburgê di 3 mehan de 6 hezar û 281 serlêdanên welatîbûna Almanyayê hatine kirin.

Şaredariya Hamburgê da zanîn ku hejmara serlêdanan sala 2020an gihîştibû 6 hezar kesan lê îsal heta niha 13 hezar û 658 kesan serlêdan kiriye.

Şaredariya Hambûrgê zêdebûna serlêdanan bi derfetên ji aliyê Hikûmeta Almanyayê ve ji 27ê Hezîranê hatine dayîn ve girê dide.

Li gorî amarên Şaredariya Hambûrgê, piraniya kesên ku dixwazin bibin welatiyên Almanyayê ji Îraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê ne.

Li gorî sîstema Almanya û Ewropayê, Kurdên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê wekî welatiyên wan çar dewletan tên tomarkirin.

Ji bo wergirtina welatînameya Almanyayê ya herî girîng ew e ku serlêder êdî hewce nake dev welatîbûna welatê xwe berde.

Êdî koçber dikarin 5 salan piştî wergirtina mafê rûniştinê serlêdanê bikin ku berê dem dirêjtir bû.