Almanya alîkariyên ku dide penaberan kêm dike

Dusseldorf (Rûdaw) – Almanya dê ji serê sala 2025an ve alîkariyên civakî bi karteke bankî ya taybet bi de penaberan û pereyê ku dide jî kêm bike.

Li gorî amarên ku ji aliyê Saziya Statîstîkên Federal a Almanyayê ve hatine weşandin, zêdetirî nîv milyon kesan wekî penaber alîkariyên civakî distînin ku piraniya wan ji Tirkiye, Sûriye, Îraq û Efxanistanê ne.

Her kesê ku mafê wî yê standina alîkariyê hebe mehane 460 euroyan distîne.

Du hevjîn 826 euroyan û heger sê zarokên wan jî hebin mehane hezar û 903 euroyan distînin.

Wezîrê Darayî yê Almanyayê Christian Lindner da zanîn ku dê pere jî werin kêmkirin.