Jineke Îraqî ji ber şkence û firotina jinên Kurd ên Êzidî tê darizandin

Dusseldorf (Rûdaw) - Jina bi navê Lîna Leyna Îşaqa 52 salî ya ku welatiya Îraqê ye li Swêdê tê darizandin.

Tohmeta ku li wê tê kirin, di navbera salên 2014 û 2016an de li Reqayê “bazirganî û şkencekirina” jinên Kurdên Êzidî ye.

Berpirsê Navenda Revenda Kurdistanî ya Swêdê Selam Kurde hûrgiliyên mijarê ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re ragihandin û got:

“Jina Îraqî ya welatiya Swêdê, Lîna Leyna ku 5 zarokên wê hene sala 2013an daye dû hevjînê xwe û çûye Sûriyeyê.

Ew li dadgeheke Swêdê bi tawana şkencekirin û kirîn û firotina jinên Kurdên Êzidî li Sûriyeyê tê darizandin.”

Selam Kurde her wiha anî ziman:

“Piştî ku ew ji Sûriyeyê vegeriya Swêdê, bi tohmeta zarokên xwe tevlî DAIŞê kiriye û keçeke xwe ya 14 salî zewicandiye hat darizandin û 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Ev du meh in bi tohmeta kirîn û firotina jinên Kurd ên Êzidî hatiye desteserkirin û tê çaverêkirin ku were cezakirin.”

Kurde diyar kir ku darizandina bi awayekî dizî tê kirin û got:

“Ev cara yekem e ku Hikûmeta Swêdê kesekê ji bo kirîn û firotina jinên Kurd didarizîne.”

Selam Kurde her wiha da zanîn ku Navenda Revenda Kurdistanî û rêxistinên din ên Kurdistanî ji bo cezakirina wê zextê li Hikûmeta Swêdê dikin.