Norweç naxwaze koçber dê û bavên xwe bibin cem xwe

8 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Hejmarek koçber/Wêne: Arşîv
Hejmarek koçber/Wêne: Arşîv
Nîşan Norweç Diyaspora Koçber
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Norwêçê ji bo guhertina qanûnên koçberiyê li ser pêşniyarekê dixebite.

Hikûmeta Norwêçê dixwaze êdî rê nede kesên ku li Norwêçê dijîn û dê û bavên xwe yên ji 60 salî mezintir bînin Norwêçê.

Li gorî qanûnên heyî yên Norwêçê kesekî ku li wî welatî xwedî mafê rûniştinê û kar be dikare dê û bav çend salî bin jî bînin Norweçê.

Hikûmet di wê baweriyê de ye ku ev guhertin dê ji aliyekê ve hejmara koçberên ku berê xwe didin Norwêçê kêm bike û ji aliyê din ve barê aborî û erkên din ên li ser dewletê kêm bike.

Wezîrê Dadê yê Norwêçê da zanîn ku her çi qas mafê mayîna wan li Norwêcê bi şertê ku zarokên wan berpirsyariya wan bigirin tê dayîn jî lê derketiye holê ku piştre berpirsyarî dikeve ser milê dewletê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst