John Kirby ji Rûdawê re: Di destê me de ti delîl nînin ku Îran li pişt êrişa Hemasê ye

12-10-2023
Diyar Kurde
Wêne: John Kirby û Diyar Kurde
Wêne: John Kirby û Diyar Kurde
Nîşan John Kirby Hemas Îsraîl Îran Tirkiye
A+ A-

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê li ser welatiyên Amerîkayê yên ku di êrişa Hemasê ya li Îsraîlê de winda bûne an jî dîl hatine girtin got, “Em dizanin ku heta niha 17 Amerîkî winda ne lê em nizanin li ku ne.”

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby li ser gumanên ku Îran li pişt êrişên Hemasê yên li Îsraîlê ye anî ziman:

“Bêguman Îran bi salan e piştgiriyê dide Hemasê, bi salane bi perwerdekirin û fînansekirinê piştgirî daye wan.”

John Kirby li ser daxuyaniyên hinek aliyên ku piştgiriya Hemasê dikin jî got:

“Ez dixwazim vê bibêjim, bêguman me daxuyaniyên hin aliyên ku piştgiriya Hemasê dikin dîtin, gelekî xirab in û divê bên şermezarkirin.

Ji ber ku ev rêxistinên terorîst in ku mirovan di nav nivînên xwe de qetil dikin, pitik, kal, jin, zarok û mêrên bêguneh dikujin.”

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby bersiva pirsên Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde da.

Rûdaw: Birêz Kirby, ez gelekî spas dikim tu bi me re yî. Hûn dikarin amarên dawî yên li ser Amerîkîyên ku dîl hatine girtin an jî winda bûne bi me re parve bikî?

John Kirby: Heta niha em dizanin ku 17 Amerîkî winda ne lê em nizanin ku ew li ku ne. Bi baweriya min hejmareke kêm ji welatiyên me dîl hatine girtin, em bi rastî nizanin çend kes in. Ji ber vê yekê em ê bi hemû hêza xwe bi Îsraîlî û helbet hêzên wan re bixebitin daku agahdar bibin û bizanin ka ew li ku ne.

Rûdaw: We rasterast yan nerasterast pêwendî bi Hemasê re danî da ku dîlên Amerîkî bi silametî vegerînin?

John Kirby: Me peyameke tund ji Hemasê re şand û eşkere kir ku divê demildest hemû dîl bên berdan. Tiştekî nîne ji we re bibêjim ku em ê bi Hemasê re hevdîtin û danûstandinan bikin. Nabe ku ti pêwendiyên me bi grûpa terorîst re hebin, ew grûpa navborî li Amerîkayê rastî cezayên herî tund hatiye. Em dê deriyê diyalogê bi Hemasê re venekin. Em dê ji bilî şandina peyameke zelal ti gavan navêjin. Em dizanin ku hin welatên wekî Qeterê di danûstandinê de ne. Bêguman em dê bi hevkarên xwe yên Qeterî re biaxivin.

Rûdaw: Ez dizanim ev çend roj in hûn behsa Îranê dikin û behsa wê yekê dikin ku Îran rasterast tevlî şer nebûye lê her kes dizane ku Hemas bêyî piştevanî û alîkariya darayî ya Îranê nikare vê yekê bike. Bi nêrîna we Îranê mûşek û alîkariya darayî daye Hemasê?

John Kirby: Bêguman Îran bi salan e piştgiriyê dide Hemasê, bi salane bi perwerdekirin û fînansekirinê piştgirî daye wan. Hebûna Hemasê bêyî piştevaniya Îranê nedibû lê ti delîlên me yên berbiçav nînin ku rola wan di plankirin û pêkanîna êrişê de hebe.

Rûdaw: Gelek kes di wê baweriyê de ne ku Îran bi awayekî rasterast yan jî nerasterast beşdar bûye, ti zanyariyên we hene ku vê yekê piştrast bike?

John Kirby: Na, ti amar li ber destê me nînin.

Rûdaw: Gelek welat hene ku pişta Hemasê digirin, me dît ku gelek welatên wekî Îraq û Pakistanê bi daxuyaniyan piştgiriya Hemasê kirin. We ev daxuyanî dîtin?

John Kirby: Ez dixwazim vê bibêjim, bêguman me daxuyaniyên hin aliyên ku piştgiriya Hemasê dikin dît, gelek xirab in û divê bên şermezarkirin. Ji ber ku ev rêxistinên terorîst in ku mirovan di nav nivînên xwe de qetil dikin, pitik, kal, jin, zarok û mêrên bêguneh dikujin. Ji bo her kesê ku bi pesnê vê yekê dide, ew bi zelalî destnîşan dike ku pêşîneyên wan çi ne û ew pişta çi digirin. Serok di daxuyaniya xwe ya doh de bi zelalî eşkere kir ku helwesta me çi ye, em bi eşkere piştgiriyê didin Îsraîlê.

Rûdaw: We bi welatên ku piştgiriya Hemasê nakin re pêwendî daniye?

John Kirby: Divê ev welat bi xwe biaxivin û divê em bi xwe li ser tiştên ku em piştgirî dikin û li dijî çi ne biaxivin. Baweriya me bi siyaseta me heye.

Rûdaw: Li Îraq û Sûriyeyê hinek grûpên çekdar ên ku Îran piştgiriya wan dike hene, bi daxuyaniyan hişyarî dan Amerîkayê. Wek mînak Bedr dibêje, eger Amerîka tevlî şer bibe, ew dê dudil nebin ku baregehên leşkerî yên Amerîkî yên li herêmê bikin armanc. Hûn hişyariyên grûpên ku Îran piştgiriya wan dike cidî digirin?

John Kirby: Me çalakiyên grûpên ku Îran piştgiriya wan dike ji destpêkê ve cidî girtiye, ez naxwazim behsa tedbîrên hêzên me bikim. Em li ser hemû hûrguliyên vê mijarê naaxivin. Em hemû rêyên alternatîv dinirxînin daku guhertinên hêzên xwe û ewlehiya jiyanê ya welatiyên xwe yên li baregehan biparêzin. Em dê xwe biparêzin. Ez li ser vê tiştekê taybet pêşbînî nakim. Mafê hêzên me yên li Îraq û Sûriyeyê heye ku xwe biparêzin. Di destê wan de fermanên pêwîst hene. Di heman demê de hêza wan heye ku li hemberî her êrişê xwe biparêzin.

Rûdaw: We bi awayekî zelal nêrîna xwe ji bo ku hin welat û aliyan ragihand ku divê sûdê ji aloziyên Hemas û Îsraîlê wernegirin. Li gorî we hin welatên weke Îranê hewl didin ji vê rewşê sûd wergirin?

John Kirby: Me ti nîşanek nedît ku tu grûp, rêxistin an jî dewletek hewl dide vî şerî berfireh bike, ev baş e û tiştê ku em dixwazin ev e.

Rûdaw: Pirsa min a dawî, wezîr Blinken di pêwendiya telefonî ya bi hevtayên xwe û bi taybetî bi hevtayê xwe yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan de bi rêya tweetekê nivîsîbû ku ew hewl didin agirbestekê bikin, gelo hûn piştgiriya agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de dikin?

John Kirby: Niha ti hewldan ji bo agirbestê nînin.

Rûdaw: Yanî hûn piştgiriya agirbestê nakin?

John Kirby: Niha ti hewldan ji bo pêkanîna agirbestê nînin, em niha alîkariya Îsraîlê dikin ku xwe biparêze.

Rûdaw: Gelekî spas ku tu bi me re bûyî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst